Em rewşenbîr û entelektuelên xwe yên hêja bi rêzdarî bi bîr tînin

Destîna Bêrîtan

Di nav her gel û neteweyan de mirovên zana, jîr û jêhatî hene. Ew kes her bûne xwedî rol ku gelê xwe ji tarîtiya serdemên koledariyê veguhêzin serdemên ronahî û azadiyê. Gelê Kurd jî weke netewe xwedî gelek kesayetên, bîrewer, çalak, xebatkar,  zana û çeleng in. Wan kesayetan xwe kirine weke pirekê da ku neteweya Kurd bigihînin azadiyê.

Di nav wan çend rojan de me sê kesayetên xwe yên hêja û bi nirx Hevalê Gundî, Salih Muslim û Ehmed Huseynî winda kirin. Wan her sê şexsiyetên qedirbilind ji bo doza Kurd gelek berdêl, ked û xwêdan dan. Em di serî de kedkarê ragihandina azad û rêveberê Ajansa Nûçeyan a Firatê Osman Kiliç (Hevalê Gundî); mamosteyê dilnizm û dilmezin, Salih Muslim û şêxê helbestvanan Ehmed Huseynî bi rêzdarî bi bîr tînin û bejna xwe li hemberî mezinahî û qedirbilindiya wan ditewînin. Em soz didin her tim wan di têkoşîn û xebata xwe de bidin jiyandin, hedef û armancên wan ên ji bo Kurdistaneke azad, pêşverû û teyisîner ava bikin.

Wan kesayetên giranbiha di tevahiya jiyana xwe de ji bo ax û gelê xwe têkoşîn kirin. Bi kesayet û jiyana xwe ji bo nifşên nû re bûn mînaka ked û berxwedanê. Wan şehîdên giranbiha û pêşengên qehreman piştrast kirin ku milletek heya nebe xwedî rewşenbîr, entelektuel û zanayan çiqasî li ber xwe bide jî wê bi temamî negihêje armanca xwe. Îro Kurd bi saya wan lehengan dikare têkoşîn û berxwedana xwe bigihîne hemû cîhanê û civakan.

Em ê têkoşîna wan kesayetên hêja ya bêhempa tekez bikin malê hemû mirovahiyê. Bi azadiya fizîkî ya Rêber Apo û gelê Kurd re em ê hêviyên wan ên bi salan bi serketineke herî pîroz tacîdar bikin. Weke hevalên gaziyên şer em ji malbatên hevrê Gundî, mamosteyê mezin Salih Muslim û mîrê helbestê Ehmed Huseynî re sersaxiyê dixwazin û dibêjin serê hemû gelê me sax be.

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button