Ponijînek Li Ser Yasemînê

Keserkêşê dîtineke te bûm li ber sêdarê,
bi ezabê nehatina te re sîng bi sîng dimam her kêlî, heylê nemayê!…
Ax diaxiya û kevir diheliyan ji semaxa bendemayina te.
Sîng diqelaştin roj bi roj, dibû berate kezeba min
di nava naperûşkên sîqalkan de,
mîna Prometeusê hemdem tûşî karesatek ku bi destê te diafirî dibûm!
Lê ne tu ew xwedayê ku hatibû xezebê bûyî
Û ne jî ez lehengê revandina agirê azadîyê bûm.
Nexwe em ên sezakirî bûn lêê?!
Belkî jî ‘Sindoqa Pandora’ me vekiribû û
hemû kirêtî jî ji me re derketibûn!…

Li ber mekeve Yasemînê!
Helbet wê rojekê tovên me çandibûn aj bide li ser vê axê.
De fermo ha ji te re qeflek beybûnên ji bexçê dilê min
yê ku ji tîna te beheriye,
ez ê jî bîskekê derengmayina kulîlkvedana te biponijim.
Bila rondikbarana min a ku axa derdora te dinermijîne jî
bi çavnebarî temaşe bikin hin striyên dexesok.

Va ye dîsa serencama keserên min li ber dergeha dilê te şerpeze dibe.
Dilînên min di nava man û nemanê de lava dikin ji dahatûya min û te re.
Roj bi hemû rewneqiya xwe ya li pişta çiyan di mûfirka hilatinê de
bi bişirîn firîna çûkên ji lîsên germ dipê.
Min ji meh û salên bê te bihurîn dîrokek nivîsand,
dîrokeke ku lehengên wê tim têk û winda çûne li hember pêkutiyan,
lê bi sond em ê ji nû ve binivîsînin vê dîroka malkambax.

Ji sewda te re mizgînxêrkek dihêwire ser kulîlkên te yê kovanbar,
bi comerdî tûrikê xwe li ber te vala dike:
“Ka tê çi hilbijêrî ji xwe û bengiyê xwe re?
Ji kerema xwe bixe boxçikek rehelê û binxet bike,
da ku mirazê mirazxwazan pêk bên.”

Mêrdîn

 

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button