8’ê Adarê têkoşîna azadiyê digihîne asta herî jor
Cûdî Cizîr

Bi mebesta roja jinên kedkar ez têkoşîna azadiyê ya jinên cîhanê, bi taybet jinên têkoşer û şervanên Apoyî silav û piroz dikim. Îro bi hezaran jinên milîtan ên bi nasnameya Apoyî têkoşîn dikin li ser vê îdealê dimeşin, ked didin, gav bi gav rêya vê jiyana nû ango jiyana azad vedikin. Wateya herî mezin ji bo 8’ê Adarê ew e mirov xwe di pîvanên azadiyê de lêpirsîn bike û tiştên ber bi ramanên koletiyê ve dibe red bike. Sala nû kirina destpêkek nû û azadî hembêzkirin wê ya herî bi wate be. 8’ê Adarê roja têkoşîna azadiyê digihîne lûtkeyan.
Di nav jinan de, yên herî bi şans jinên xwe gihandine felsefeya Rêber Apo ne. Jinên di nav Tevgera me de hinekî cuda dijîn. Bi xweşkirin û watedarkirina jiyanê re dijîn. Jinên pêşeng her tim û taybet jî 8’ê Adarê kêfxweşiyek kûr û kelekcanekê dijîn. Bi xwezayê re di nav hev de, bi stranên çûkan re bi coş dibin. Xwe ji siya serdestan xilas dikin û vê rojê weke jin pîroz dikin. Rihê 8’Adarê di lûtkeyên Kurdistanê de bi agir tê pêxistin mezin dibe. Dem û gerdûn ji aliyê jina azad û civaka azad ve weke robaran diherike deşt, çiya û bajaran. 8’ ê Adarê bi eşq û jiyan, di lûtkeya şervanên Apoyî de bi civata jinan tê pîrozkirin.
Di sedsala 21. de Tevgera me ya Azadiya Jinê ya ku ji ber xwedî bergeha xwe ya îdeolojîk, stratejiya têkoşînê û amûrên çareseriyê ye, ji têkoşîna azadiya jinan re pêşengtiyê dike. Bêguman armanca Tevgera me ya azadiyê bi rastî jî çareserkirina pirsgirêka ku xistiye navenda xwe û sedsala 21. kirina sedsala azadiyê ye. Şerê jina nû şerê welatê nû ye, şerê gel e, heta vegotina wê ya devkî ye. Têkoşîna azadiya jinan û gelan gihiştiye xaleke krîtîk. Dema em têde ne, xwedî xisleteke wisa ye ku dikare ji milê sosyolojîk ve her tişt biguhere û veguherîne. Sedsala em têde dimeşin dikare bibe sedsala demokrasiyê, azadiya jinan û gelan.
Sedsala 21. ya em ji nav de derbas dibin, sedsala dibêtiya azadiya jin û gelan her ku diçe bi hêz dibe ye. Xisletên radike weke dema sosyolojîk ji guhertin û veguhertina her tiştî re vekirîne. Bi taybetî jî pêşketinên li Rojhilata Navîn, pêşketinên ku bi awayekî cidî gef li yekdestiya sermayedariya zilam dike ne. YA herî xweş ew e mirov çarenûsa xwe bi destê xwe xêz bike. Jiyana herî xweş, jiyaneke jin bi destê xwe bistirînê ye. Di dîrokê de hatina jin ya li ser rûyê cîhanê, her dem weke tawanbariyekê hatiye dîtin. Li hêmberî rastiya vê zîhniyetê ma kêm jin bûn qurbanê gemariyê? Ji bo wê divê jin her dem li pey azadiya xwe be. Bûyîna jineke dihizire, ne karekî hêsan e. Ev kar şer dixwaze. Tevgera me ji bo vê zemîn pêşkêş dike. Di vê mijarê de pêşketinên şoreşane heNe. Di vê wateyê de Rêber Apo jî, jina têkoşêr jî ev kar cidî girt. Rêber Apo kesayeteke di pir milan de hatiye veşartin tehlîl kir.
Em pêşketineke wiha ferq dikin û dişopînin? Pêşketineke şoreşan e heye. Divê jiyan li ser bingehê bîrdoziya rizgariya jin were pêşxistin. Dîroka koletiya jinê hîn nehatiye nivîsandin. Dîroka wê ya azadiyê jî li benda nivîsînê ye. Dîroka jinê ya di tariyê de hatiye hîştin, bi qasî koletiya jinê ya kûr, ji nêz ve têkiliya wê bi îktîdara dewletparêz û hiyarerşiya di civakê de bilind bû heye. Piştî jin hînî koletiyê hat kirin, di civakê de hiyerarşî hat damezirandin û di nav beşên din ên civakê de rê li ber koletiyê hat vekirin. Kolebûna mêran piştî koletiya jinê tê. Mîraseke me ya pir muezzem heye. Ji bo ev were dîtin, were bikaranîn, were şopandin, berdewam kirin û rojanekirin ev hewldan ji bo şervanên heqîqetê pir girîng in.
Tevgera Azadiya Jin koka xwe ya herî bingehîn li ser têkoşîna jin ava kiriye. Weke di dilê axê de vedana bizra kulîlkan, her ku roj derbas dibin li ser xaka welatê me jî, jinên leheng zêde dibin. Weke Tevgera Apoyî em li welatekî dijîn ku îro jiyan di bin nîrê zilmê de dinale. Jin û civak giştî ji bo azadiyê, ji bo wekheviyê bi awayekî bêhempa li ber xwe didin, têkoşîneke mezin raber dikin. Di vê oxirê de rojane berdêlên giranbuha didin. Wisa mohra xwe li serkeftinên mezin didin. Bi gotina Rêber Apo mîna bîr bi derziyê bê kolandin, kêlî bi kêlî hewldaneke jinûve avakirina jiyanê mijara axaftinê ye û di vê xebatê de jin pêşeng e.
Ji lewra rastiya îro li Kurdistanê tê jiyîn, bi xwe re dîrokek nû diafirîne. Bi taybetî bingehê dîroka azadiya jinê datîne. Jin, di dîrokê de diyardeya herî zêde li ser tê axaftin, nivîsandin û nîqaşkirin e. Ti felsefe, zanist, mîtolojî, pêlên fikrî, ol, pêxember, serok û filozofên li ser jinê nêrîn diyar nekirine tine ne. Her wiha di roja me de jî, kesekî ji nava civakê bigire heya serokwezîrekî her kesek li ser jinê xwedî nêrîn û biryar e. Lê tevî vê yekê jî, weke Rêber Apo diyar dike ne dîroka koletiya jinê, ne jî dîroka azadiya jinê hatiye nivîsandin. Ger em ji rastiya ku dibêje “Jin cewhera civakê ye” derkevin rê, em dikarin bibêjin heya niha ne dîroka koletî û bindestbûna civakê, ne jî dîroka azadî û komînalbûyina civakê hatiye nivîsandin.
Ew yek jî nîşanî me dide ku risteke jinê ya çawa di nava civak û jiyanê de heye. Ger jin, di pêşketinên civakî û jiyanî de ewqasî ne xwedî rist bûya, bi vî rengî nediket rojeva her kesî û derdoreke. Bi taybetî ew rista jinê ji aliyê deshilatdaran ve baş tê dîtin. Ji ber vê, em dizanin ku heya jin naye xistin û hemû nirxên wê ji dest nayen girtin, li ser civakê ferzkirina koletiyê ne gengaz e. Jixwe Rêbertiya me destpêkirina serdema koletiyê û şaristaniya navendî bi ketina jinê digire dest. Her wiha di nava hêrikîna dîrokê de hin rawestgahên ku desthilatdarî dubare sêbare li ser civakê hatiye ferzkirin hene. Di van cihan de jî em her dibînin ku heya jin bê nirx nebe, vîna wê naye şikestin, zeftkirin û tepisandina civakê ne gengaz e.
Têkoşîna me ya azadî yê heman weke hev in, têkoşîna wekhevî û demokrasiyê, tê wateya perwerdekirin, serwerkirin û rêxistinkirina gel a di nava têkoşîneke wisa de û li ser vî bingehî rastiya gelekî nû ji bo meşa azadiyê rabûye ser xwe, derxistiye holê. Dixwazim gotina bi vî awayî bi dawî bikim, em weke şopdarên heqîqetê û rastî ji nav tarîtiyê derxistin li ser me erk e di rêbazên Rêber Apo yên jina azad çawa afirandiye, têkoşîna bêhempa çawa daye de her tim lêkolîn bikin, xwe kûr bûn û di kesayeta xwe de pêk bînin. Em wek jinên Apoyî hemû eşqên xwe di vê heyva pîroz de diyarî Rêber Apo dikin. Bi wesîleya 8’ê Adarê ez hemû hevrêyên xwe yên şehîd bi bîr tînim, bi hêviya hemû roj bi azadî bin, bi hezkirin bimînin hevalên min ên jin. 8’ê Adarê li we pîroz be, jinên dildarên azadiyê.




