Dema em vegerîn Efrînê
Gulbend Efrîn

Eger em vegerin Efrînê ez ê çavên xwe bi kila reş kil bidim. Ji ber em bi êş û azareke mezin û xemgîn vedigerin.
Em vedigerin qibleya dilan, kabeya dilan, xeyalê û hesreta bi hezaran nemiran. Ji bo ew di gora xwe de rehet û aram razên, li cihê me jiyan dabû sekinandin, em ê bidomînin.
Lewra divê em bi coş û kelecan bin, xwe bixemilînin da ku em wê axa xemgîn, darên şikestî, malên şewitî, kesênli ser piyan mîna miriyan û bê ruh in ji nû ve zindî bikin. Em ê careke din hêşîn bikin xwezaya bihuştî.
Em ê li keleha dilan û bi heybet vegerin. Em ê vegerin warê berxwedêr û serhildêran. Em ê tekez jiyaneke bi rûmet a layiqî Rêbertiya xwe, mirovatiyê û jinan biafirînin. Ji lewra pêwîst e em xwe bixemilînin.
Helbet em ê xwe bi hezin û xemgîniya şewata dilê dayikên şehîdên xwe bixemilînin. Ji ber ku reş sembola domandina jiyana bi rûmet e. Wan dayikên hêja û bi qîmet hem berdêl dane hem jî bi serbilindî jiyana azad parastine û xwedî li şehîdan derketine.
Ti jiyan û civakek bê êş, bê jan û bê hezin nabin. Ti ked, têkoşîn û xwêdana mirovan vala naçe. Îlehî bi serketinê tacîdar dibin û qet nayên jibîrkirin.
Dema em vegerin beriya her tiştî em ê serê xwe bitewînin ji wan dar, ber, ax û zindiyên Efrînê re. Em ê lêborînê bixwazin û rexnedayîna xwe bidin. Em ê axa pîroz a Efrînê bi ser kezî û biskên xwe de berdin. Em ê dest û piyên xwe bi heriya wê hene bikin.
Li ber her darekê em ê sed carî xwe deynin û rabin derdora wan paqij bikin ji strî û xiyayên biyanî. Em ê ber koka wan bikolin û bikolin. Bila xwêdan ji eniya me biherike eser wê xaka pîroz.
Piştî wê em ê biçin goristana şehîdan. Em ê bêjin “Vaye mêvan û xizmetkarên we hatin. Di hiş, beden û dilê her yekî ji me de ruhê yekî ji we heye. Vaye em hatine. Heval û cîranên we jî bi me re ne. Vaye diyariyên we jî li gel me ne. Ew ji rêyên dûr hatine hevalino.”
Li dû wê em ê mezelan û gorên mirovên ji kehran xatir ji vê jiyanê xwestin ziyaret bikin. Ji hesretan, bi hêviya gihiştina axa ser singa pakrevanan mirin. Gelekan digotin, “Me bixapînin û ji me re bêjin, ‘Em ê biçin Efrînê.” Heta gelek dayik û bavên me yên Efrînî yên piştî wefat kirine jî bi dest wan neketiye li xaka muqedes a Efrînê bên veşartin.
Hinekan ji wan digotin, “Qet nebe bila kefenê me ji axa Efrînê be. Em bi çend kulmên ji axa Efrînê jî razî ne. Eger ew jî nebe dareke zeytûnê, guleke Hemedî, xerîb çîçekekê bînin li ser gora me biçînin. Ji bo kî di van deveran re derbas bibe bila bibîne û zanibe Hesretek Efrînî li vir veşartiye.”




