Yekîtiya gelê Kurd wê zordariya zaliman bişkîne
Leyla Amûdê

Gelê Kurd di nav çar dewletan de, li ser xaka xwe hatiye dagirkirin. Welatê wan hatiye parçekirin. Li her cihê lê rastî zilm û zordariyê hatine. Hîn jî heman rê û rêbazên zext, zordarî, koçberî, lêdan, qewitandin, girtin, înkar û qirkirinê li ser wan tên pêkanîn. Weke Kurdên nifşên vê demê em jî rastî her tiştên me bihîstibûn û xwendibûn ku hatine serê dapîr û bapîrên me, hatin. Ti gel, civak û ferd bi qasî Kurdan rastî xiyanet, komkujî, sirgûn û êrîşa nehatine.
Dema komkujî û qirkirinên gelên weke Cihû, Ermenî û hwd. bi dawî bûn, dewlet û saziyên curbicur ketin nav tevgerê. Hat qebûlkirin ku li hember wan gelan qirkirin çêbûne. Hate diyarkirin ku ya li hember wan gelan hatiye kirin neheqî û dijmintî bû. Ermenî û Cihû piştre bûn xwedî dewlet. Lê ji bo gelê Kurd ê di roja me de nifûsa wan gihiştiye 60 milyonî û hê jî rastî gelek êrîş û komkujiyan tên ji bo di nav sînorên dewletên heyî de karibin bi ziman û çanda xwe bijîn jî ti heq û maf rewa nayê dîtin. Kes nabêje, “Ew gel bi salan e rastî qirkirinan tên, bila êrîş û zextên li ser wan rawestin. Divê Kurd karibin xwe bi xwe bi rê ve bibin.”
Tevî hemû astengî û zilmê jî bi têkoşîna di pêşengiya Rêber Apo de, bi ked û fedakariya bi hezaran şehîd û birîndaran gelê Kurd hebûna xwe da qebûlkirin. Dîsa ligel hemû hişmendiyên biçûkxistin, înkar û îmhayê jî Kurd destê xwişk û biratiyê dirêjî gelan dikin. Kurd dixwazin jiyaneke bêzext, bêzilm a li ser esasê azadî, wekhevî pêk were. Ev bêguman ji esalet, pakî, duristiya Kurdan tê.
Em pirs bikin gelo sedema xwe çi ye ku dewletên mezin û navendî li hember Kurdan êrîş û komkujiyan erê dikin? Ez bawer im her kes dizane bê sedemên wê çi ne. Çawa hin sedem servekirî ne, tekez hin sedem jî sergirtî ne. Mirov dikare wan sedemên sergirtî jî bi lêhûrbûn û lêkolînan derxîne zanebûnê.
Kurdan bi salan hişê xwe bi kar neanîn. Tenê bi hest û hêza xwe ya bedenî kar dikirin. Ev jî dibû sedema werin lîstikên xelkê. Di encama her serhildan û rabûnên bi vî rengî de rastî komkujiyên mezin hatin û bi salan nikarîn bi ser hêza xwe ve werin. Her kesî jî Kurd ji bo xwe weke hêzeke amade didît. Di şer û pevçûnan de ew didan refên herî pêş. Bi salan li hember gelan siyaseta parçe bike û bi rê ve hat pêşxistin. Ereb kirin 22 dewlet. Lê ev rastiyeke ku yên herî zêde zerar ji vê polîtîkayê dîtin gelê Kurd bû.
Yek ji sedema din a kes li hember êrîşên li ser Kurdan dengê xwe nake û erê dike jî bi serdemên dîrokî ve girêdayî ne. Pêşengê dewleta Eyubî Selaheddînê Kurdî ku li Rojhilata Navîn li hember Xaçperestan ket nav berxwedaneke mezin, ev mijar hê ji aliyê hêz û dewletên Rojavayî ve nehatiye jibîrkirin. Ew dewletên dirinde û navendî yên Ewropayê hîn wê kîn û dijmintiyê li hemberî neteweya Kurd bimeşînin û dixwazin tola xwe ji wan rakin.
Sedema herî bingehîn jî ew e ku gelê Kurd serê xwe ji neyar û zaliman re qet netewandiye. Timî sade û pak maye. Me weke netewe siyaset weke derew û nifaq dizanî. Me wiha fikir dikir ku siyaset aîdî dewletê ye û divê em xwe têkelî wê siyaseta qirêj nekin. Lê piştre Rêbertiya me derket ser dika dîrokê bi têkoşîna xwe ya 53 salan em serwext û zanakirin. Gelê Kurd xwe bi fikir û felsefeya Rêbertî re kir yek. Me fêm kir ku ew tiştên berê me xwe ji wan dûr dixist ji me re pêwîst in.
Dema li hember Rojavayê Kurdistanê êrîş û gef çêbûn Rêber Apo peyam şand û diyar kir ku divê Kurd xwedî li hev derkevin, sînoran nas nekin û bi yekîtiyê hevdu biparêzin.
Dema êrîş li ser hêzên QSD’ê giran bûn gelê Rojava rabû ser piyan. Hema li dû wê Kurdên li Bakur, Başûr û Rojhilat ketin nav tevgerê. Ciwanên Nisêbînê sînorên dagirkeran rakirin û berê xwe dan binxetê. Dîsa ji Başûr bi dehan ciwan tevlî seferberiya ji hêla Rêveberiya Xweser ve hat ragihandin bûn. Li Ewropayê û deverên din ên cîhanê Kurd û dostên wan bi rojane bi çalakî, meş û xwepêşandanan piştgiriya xwe ya bi gelê Rojava re nîşan dide. Ciwanê Başûrê Kurdistanê Ehmed Kerkukî li xaka Rojava di berxwedana rûmetê de gihişt şehadetê û bû sembola yekîtiya neteweyî ya Kurd.
Ez careke din dibêjim ji derveyî gelê me ti kes, li me xwedî derneket. Hewce nake em careke din ji xwe re serdar û efendiyan çêbikin. Em xwedî fermandar û şervanên weke Ziyad Heleb, Deniz, Rojbîn, Dilbirîn, Amara, Hewar, Stêra, Sîdar û sedan qehremanên wiha ne. Wan hevrêyan di eniyên şer de heya nefesa xwe ya dawiyê de şer kirin û gihiştin şehadetê. Ew in serkêş û qehremanên me. Ew in lehengên mîna çiyayan bi hêz in ku em di rêya wan de bimeşin.
Careke din ez bi hurmet û minetdarî tevahî şehîdên me yên azadiyê bi bîr tînim û soza xwe, ji wan re nû dikim. Em weke gelê Kurd bi ked û têkoşîna Rêber Apo, serwext û zana bûn. Hewce ye li ser vî esasî em hê zêdetir xwedî li hev derdikevin. Bi vî rengî tekez wê serkeftin ya Kurdan be. Her wiha divê em weke gel li hemberî lîstik û planên kirêt jî hişyar bin û ji berxwedana xwe tawîzan nedin. Yekîtî û hevgirtina gelê Kurd wê zordariya zaliman bişikîne û wan teqez têk bibe.




