Êrîşa yekem a li dijî çanda jina dayik qetilkirina Tîamat e
Lêkolîna jinên têkoşer

Mirov dikare êrîş û polîtîkayên ji bo dijminahiya jinan a pergala baviksalar ji gelek aliyan ve binirxîne. Piştî çerxa xwedawendiyê di tevahiya dîroka mêrsalariyê de êrîşên bi vî rengî çêbûne. Ji aliyê dîrokî ve, li dijî çanda jin, dayikê êrîşa yekem di mîtolojiyan de qetilkirina Tîamat e… Beriya Mîladê di destana Enuma Elîş a ku di salên 2000’an de hatiye nivîsandin de behsa şerê Marduk û Tîamat tê kirin. Ev dikare wekî sembolîzekirina şerê zîhniyetê yê mezin were nirxandin. Marduk ji bo ku li Babîlê bigihîje asta herî jor, li dijî Tîamat bi gotinan dest bi êrîşeke ecêb dike. Tîamat nûnera çanda jin dayikê ye û ev gotinên bîrdozî, xwe dispêre tifaqa mêr a li dijî jinan. Di destanê de tê gotin ku jina xwedawend Tîamat pîrebokek pir ecêb û xirab e, ji ber wê jî divê were parçekirin.
Ji bo vê yekê tifaqa mêr a li dijî jinan tê pêşxistin û vê peywirê didin Marduk. Ew jî diyar dike ku ger ew bibe kesê herî mezin dê Tîamat bikuje û ji bo wê yekê li hev dikin. Li gorî vê çîrokê Marduk, Tîamat bi sê tîran dikuje. Tîra yekem li serê wê dide, ya duyem li dilê wê dide, ya sêyem jî li lebata wê ya zayendî dide. Di mîtolojiyê de tê gotin ku ser, zîhniyetê; dil, hesta ku hevsengiya zekaya analîtîk çedike, wijdan û exlaq; lebata zayendî jî afirînerî û berhemdariya jinan temsîl dike. Her sê tîrên ku li Tîamatê dikevin, nîşan didin ku jin bi awayê bîrdozî hatiye hedefgirtin û weke hebûnek ku divê were tinekirin tê dîtin. Di berdewamiya dîrokê de êrîşên bi vî rengî didomin weke berdewama hev tolrakirina ji jinan hîna berdewamiya heman çîrokê ye. Tenê dema em li sûîqestên di sedsala dawiyê de binêrin, em ê bibînin ku di navbera yên têkoşînê ji bo azadiya jinan didomînin û pergala baviksalar de şerekî mezin heye. Di vê sedsalê de bi sedan jinên şoreşger û têkoşer hatin qetilkirin.
Dewlet ji bo civakan qir bikin her dem pêşengan hedef digirin. Pergalên baviksalar ên dewletan ji bo civakan qir bikin, destpêkê pêşengên civakê dikin hedef. Di dîrokê de gelek têkoşînên ji bo azadiyê çêbûne. Deshilata siyasî ya baviksalar jî li dijî wan jinên pêşengên civakan her dem serî li cînayetên siyasî dane. Pêşengên felsefî, bîrdozî û çalakger ên têkoşîna jinan, Rosa Luksemburg, Mîna Keshwar Kamal û Sakîne Cansiz di mehên Çile û Sibatê de hatine qetilkirin. Ji ber wê divê bi taybetî mirov bala xwe bide ser van mehan û li hemberî kujerên wan têkoşîna jinan yekpare bike. Yek ji çalakger û teorîsyenên tevgera sosyalîst a cîhanê Rosa Luksemburg di 15’ê Çileya 1919’an de ji aliyê dewleta Almanyayê ve piştî binçavkirinê, bi îşkenceyê hat qetilkirin û cenazeyê wê avêtin nava qanala avê.
Rosaya ku yek kesên herî çalakger ên têkoşîna jinan û kedê bû li dijî şerê parvekirinê yê emperyalîst ê yekem bû, li dijî faşîzma Alman pêşengiya Tevgera Spartakus dikir. Li gorî wê pirsgirêka jinan, karkeran li dijî faşîzmê yek bû. Bal dikişand ku dijmin yek e û bawer dikir bi tunekirina kapîtalîzmê çareserî pêkan e. Ji jinên pêşeng ên ku di sedsala dawî de hatin hedefgirtin Patria, Mînerva û Maria jî hene û ew jî bûne sembol. Wekî tê zanîn her sal 25’ê Mijdarê ku bûye Roja Têkoşîna Şîdeta li dijî Jinan diyarî sê jinan hatiye kirin. Patria, Minerva û Maria Teresa yên ku wekî xwişkên Mîrabel tên nasîn ji sala 1930’yan heta 1961’ê li dijî Komara Domînîk a ji aliyê dîktator Rafael Trujillo ve dihat birêvebirin têdikoşiyan. Di têkoşîna li dijî faşîzmê de, bi çalakî, nivîs û kampanyayên piştgiriyê cihê xwe girtin.
Di sala 1960’an de têkoşîna li dijî dîktatoriyê mezin bû, deng veda. Her sê xwişk, di 25’ê Mijdara sala 1960’an de ji aliyê polîsên dîktatoriyê ve li La Cruzê hatin rawestandin û revandin, piştî tecawizê hatin qetilkirin. Minerva di nivîseke xwe ya li dijî faşîzmê de behsa têkoşînê kiribû, gotibû “Dibe ku tişta herî nêz mirin be, lê ev yek min natirsîne, em ê ji bo her tişta mafdar şerê xwe bidomînin.”
Yek ji pêşengên têkoşîna jinan a Afganistanê Mîna Kişwar Kemal. Yek ji jinên ku ji mirinê netirsiya û ji ber têkoşîna xwe domand hat qetilkirin, Mîna Kişwar Kemal e. Li Afganistana ku piştî dagirkeriya Amerikayê, niha Talîban li ser hukim dike, Mîna yek ji kesên destpêkê yên têkoşîna jinan e. Wê bi komek hevalên xwe re di sala 1977’an de RAWA ava kir. Armanca vê yekîtiyê ew bû ku bibe dengê jinên ji her tiştî bêpar mane, yên xizan û yên hatine bêdengkirin.
Di sala 1979’an de piştî rejîma kukla ya piştî Afganistan ji aliyê Yekîtiya Sovyetan ve hat dagirkirin, hat avakirin, Mîna pêşengî ji têkoşîna serxwebûnê re kir. Mîna ne tenê di hedefa dagirker û hikûmeta kukla de bû, di heman demê de, di hedefa komên olperest ên ji aliyê Amerîkayê ve dihatin xwedîkirin de bû. Wan koman hemûyan Mîna dişopandin heya qetil kirin nesekinîn. 4’ê Sibata 1987’an li gorî hinek kesan ji aliyê KGB’ê ve, li gorî hinekan jî ji aliyê servîsa veşarî ya Afgan JAD’ê ve û li gorî hinekan jî ji aliyê sîxurên lîderî komên olperest Gulbeddin Hikmetyar ve hat qetilkirin. Cenazeyê Mîna nehat dîtin, yek ji kesên ew qetil kiribûn bi gotinên “Me ew kuşt” îtiraf kiribû, lê negotibû li ser navê kê ew qetil kirine. Mîna, ji ber têkoşîna xwe ya bû malê dîrokê, ji aliyê desthilatdariya olperest û neteweperest ve hat qetilkirin. Jixwe olperest û neteweperest bi hev re li dijî têkoşîna jinan disekinin.
Her çendî çîroka wê ji ya jinên me li jor behsa wan cuda be jî yek ji jinên ku ji aliyê pergala xwedî heman zîhniyetê ve hatiye qetilkirin Phoolan Devî ye. Phoolan, li Hindistanê di malbatek girêdayî kasta jêr de hatiye dinyayê. Di temenê zarokatiyê de hatiye zewicandin, rastî şîdet û tecawizê hatiye. Ji ber wê hêrsa wê ya tolhildanê mezin bû û bi wê hêrsa xwe bû qehremana hejaran. Di 20 saliya xwe de bû ‘haydût’ û destpêkê mêrê ku li dijî wê êrîşa zayendî kiribû kuşt. Dûr e jî hemû mêrên ku êrîşên zayendî kiribûn kuştin. Li dijî pergala olperest a paşverû serî hildabû. Di nava jinan de bandorek mezin çêkiribû. Bêguman vê yekê pergalê pir aciz kiribû.
Phoolan Devi, bi navê xwe yê Keybanûya Haydûtan, ji bo xizanan ‘qehreman’ ji bo dewlemendan jî ‘qatil’ bû. Di hevpeyvînek xwe de gotibû; “Şahidiya min, ji bo kesek din jiyanê weke min nejî ye. Ez tenê dixwazim rêz û hurmetê bibînim. Ez mirovek im…” Phoolan di 25’ê Hezîrana 2001’ê de li pêşiya parlamentoya Hindistanê bi êrîşeke çekdarî hat qetilkirin. Her çendî êrîşkar got ku wî ev êrîş ji bo tolhildana xizmê xwe yê hatiye qetilkirin kiriye jî, kesî jê bawer nekir. Ji lewra ji aliyê gelek kesan ve gule lê hatibûn barandin û ev yek derneket holê. Pêşenga Afrîkayê Dulcie September jî yek ji jinên pêşeng e ya bû hedef. Dulcie September a ji Afrîkaya Başûr e. Ew endamek Konseya Neteweyî ya Afrîkayê (ANC) ê bû û li dijî rejîma Apartheid têdikoşiya.
Dulcie, nûneriya ANC’ê ya Fransa, Swîsre û Luksemburgê dikir, di heman demê de li ser peymanên qirêj ên çekan ku hêzên hegemon ên bi rejîma faşîst Apartheid re dikir lêkolîn dikir. Hewl dida li hemberî wan bisekine. Di 29’ê Adara 1988’an de li herêma 10’emîn a Parîsê li pêşiya mala xwe hat qetilkirin. Qatil leşkerekî bi pere yê Fransî bû, lê di encama lêkolînan de derket holê ku bi hevkariya servîsên veşarî yên Fransa û Afrîkaya Başûr qatil hatiye diyarkirin û ew hatiye qetilkirin. Ji dîrokê heta îro ev rêbaza pêşengên civakê tên hedefgirtin, ji aliyê dewleta Tirk ve di çaryeka dawî ya sedsala 20’an de dest pê kir, heta sedsala 21’ê bi giştî li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê û bi taybetî li dijî pêşengên tevgera jinên Kurd tê bikaranîn. Ji salên 1990’an ve piştî ku hêza rêxistinî û çalakgeriya tevgera jinên Kurd zêde bû, sûîqestên siyasî dest pê kirin.
Piştî salên 2010’an, bi Şoreşa Rojava ya ku bala hemû jinên cîhanê kişand ser xwe, pêşengên jin bûn hedefa dewleta Tirk. Jinên Kurd li çanda dewlemend, ya jinên sosyalîst xwedî derketin û ew jî bi ked û têkoşîna Rêber Apo hate bidestxistin. Jinên çalakvan her têkoşîna xwe berdewam kirin û xwedî li keda Rêberê xwe, Abdullah Ocalan derketin. Jin her di nav hewldanan de ne ku layiqî wê kedê bibin. Bi sedan jinên têkoşer di rêya rizgariya jinan û azadiya wan de, canê xwe ji dest dan û têkoşîna xwe bi biryardarî berdewam dikin.




