Şoreşa me şoreşeke rêpîvana jiyana nûjen e!

Cûdî Cizîr

Gelo jiyana rast, rêpîvana jiyanê çi ye? Yan jî hezkirin û rêzdarî di nava kîjan pîvanan de ye? Girêdana vê yekê bi azadiyê re çiqas e? Gelo jiyana ku mirov dijî, çiqasî weke jiyaneke pîroz tê pejirandin? Lazim e  çawa were destgirtin?  Pêwîst e mirov bersiva van pirsan hemûyan bide. Divê li ser vî bingehî mirov asta xwe ya ferasetê pêş bixe û baweriyê bi xwe bîne.  Ji lewra jî şoreşa me şoreşeke rêpîvana jiyana nûjen e. Jiyana nûjen hem dê bi rêya şoreşa me pêş dikeve, hem  bi şerê azadiyê re bi hêz bibe, hem jî ji ber şerê azadiyê  wateya têkiliyan di navbera jiyanê de xwerû dibe, asayî dibe. Jiyana azad dê her cure sergirtinan, derewan, durûtiyan û xapandinan were rizgarkirin. Ji ber vê jî mirov dikare wiha bêje; gihiştina hezkirinê, tê wateya gihiştina jiyanê. Şîroveya ku mirov ji bo rêpîvana  jiyanê dike, gelekî jiyanî ye.

Pîvanên me yên jiyanê yên bîrdozî weke milîtaniya Apoyî pir şênber in. Pêwîst e mirov jiyan û şênberbûna xwe di navbera vê sêkuçê de çareser bike. Jixwe têkiliya jiyanê bi hizir, felsefe û zanistiyê re heye. Ji bo mirov gaveke ber bi hezkirinê ve bide avêtin, pêwîst e hinekî agahiya mirov ji felsefe û zanistê hebe. Girêdana şerê jiyanê bi hezkirina rast ve heye. Ji lewra  divê em ji bo jiyandinê şer bikin û di şer de jiyanê derxin rastê. Lazim e mirov bi dirûşma, “Di jiyanê de azadî, di şer de serkeftin” wê pêşwazî bixe. Teqez pêwîst e dinyaya mirov a hezkirinê hebe. Divê mirov xwe bigîhine vê dinyayê.

Di gerdûnê de şopeke hezkirinê û jiyanê tam nehatiye rûniştin. Şoreş ji bo vê yekê pêwîst e û şoreşa me  temsîla jiyana nûjen e. Şoreşger jî ji bo armancên wiha yên pîroz vê fedakariya mezin û wêrekiyê raber dikin, hewldanan pêk tînin. Yanî mirov dikare wiha bibêje, şer di her qada jiyanê de şer e û em dizanin ku her şoreşek şerê afirandina xweşikbûnên xwe dide. Di rastiyê de şoreş ji bo xweşikbûnê ye. Ji bo jiyaneke ku zêdetir bê pejirandin e. Ango ji bo hezkirinê ye. Ti astengî nikare  ji armancên me yên pîroz ên wiha û dinya ku ew dixwazin biafirînin dûr bixe.  Em weke şopdarên heqîqetê jiyanê û mirovahiyê temsîl dikin. Yanî şoreşa me  xwedî rêgez û baweriyê ye. Jiyana şoreşgeran bi xwe weke hunerekê, weke berhemekê dimeşe. Divê şoreşgerek çawa bijî, çawa bimire bi awayekî herî zanistî be. Yanî  hewce ye şoreşgerek, ji aliyê pîvanî ve, rehetiyê, şêwazê jiyaneke rehet qebûl neke.

Şoreşgerek tenê dikare di vê zelalbûnê de fikir û hestên xwe îfade bike. Em weke gaziyên doza gel xwedî gavavêtinên azad in. Em dikarin bi rêya hizir û ramanên Rêber Apo cîhanê rizgar bikin û jiyana azad derxin holê. Rêbertiya me di parêznameyên xwe de li ser pergalê dahûrandinên herî bi bandor dike. Ew parêzname di dinyayê de şaheser in. Şîfreyên pergalê deşîfre kirine. Li dijî pergala modernîteya kapîtalîst pergala modernîteya demokratîk pêş xistine. Ji bo gel, jin û ciwanan perspektîfa jiyana alternatîf pêşkêş dikin. Pêwîst e mirov rêya jiyanê zanibe.  Bêguman îdeala afirandina jiyaneke nû bê berdêl pêkan nîne.

Îro bi hezaran  milîtanên bi nasnameya Apoyî têkoşîn dikin, li ser vê îdealê dimeşin, ked didin, gav bi gav rêya vê jiyana nû ango jiyana azad vedikin. Em weke şagirtên Rêber Apo pêwîst e jiyaneke mûtewazî û sade esas bigirin. Divê mirov bi terzê jiyana xwe bersiv bide dijmin. Afirandina jiyaneke azad, divê jiyaneke di xeta Rêbertiyê û rastiya şehîdan de tim û tim guhertin û veguhertinê pêk bîne. Mesele ne jiyana dirêj e, ya girîng ew e mirov çawa bijî. Rûmeta rêwîtî û xwediyê dîroka encama herî mezin a vê hêz û azadiyê ye. Divê ji bo me vegere sekna herî xurt a jiyanê.

 

 

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button