Rêber Apo heqîqeta dîrokî raxist ber çavan, jina Kurd hişyar kir

ŞEHÎD GULISTAN DÊRIK 

15’ê Sibatê roja ku rûyê cîhanê yê tarî û veşartî derdikeve holê. Roja rastî û derew ji hev têne cudakirin. Cîhan hate asta êdî li ser berjewendîyên xwe dide jiyandin. Madiyat mîna bendekê li pêşiya manewiyatê hatibû bilindkirin. Mirovatî bi awayekî hovane dihat binpêkirin.

Bêgûman dixwestin roja me bi xelekên zengargirtî darve bikin. Lê wan hesab nekirin ku Rêber Apo ne mîna yên beriya xwe ye.

Wan qet nizanî ku Rêber Apo wê bi zincîrên zengargirtî neyê girêdan, di qefesan de jî hilnayê. Rêber Apo ew roja ku ti kes nikare wê tarî bike, ew dîroka ku nayê veşartin û ew destpêka jiyana mirovahiyê ye. Bê dawî ye, ronahî ye, rêya gelan ronahî dike û wan nêzî serkeftinê dike.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelan zana dike û  bi rêxistin dike. Ji wan re dibe dengê serfirazî û azadiyê. Rêber Apo ji gelê Kurd re bû reng û cewherê civaka Kurd û teyisî li hemû cîhanê.

Rêber Apo cewherê jina Kurd a serhildêr derxist holê û rola pêşengtiyê jêre kir diyarî. Bawerî dayê, ew zana kir û îro jina Kurd jî xwe ji bo Wî feda dike. Ji bo azadiya Wî ya fizîkî ji dil û can têkoşîn dike. Wê hedef û armancên xwe pêk bînin.

Rêber Apo heqîqeta dîrokî raxist ber çavan, jina Kurd hişyar kir û ji hemû jinên cîhanê re kir nimûne. Jin kirin pêşenga civakan.

Îro jî jin li ser piyane û canê xwe jî feda dikin. Em ê komploya navneteweyî bi têkoşîna xwe vala derxînin û Rêberê xwe azad bikin.

Careke din ez komploya navneteweyî şermezar û rûreş dikim, dibêjim bijî Rêber Apo, şehîd namirin.

 

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button