Welatparêzî hezkirin û parastina xaka welatê dayik e – Beşê 1
Destîna Bêrîtan

Welatparêzî bi kurtasî ew e mirov welatê xwe nas bike, jê hez bike, dema xeterî û êrîş hate ser bikare ji dil û can biparêze. Lê belê ji bo mirov baş terîfa xisletên welatparêziyê bike divê mirov têgeha welat pir baş lêkolîn bike. Pêwîst e ji bo paşeroj û pêşeroja neteweya xwe mirov afirîner be û li cewherê xwe xwedî derkeve. Di zanistê de tê gotin ku di xwazayê de ti tişt bi tena serê xwe nîne, her tişt hevdu temam dike. Ango bi rengekî hevseng bi hev ve girêdayî ne.
Anîmîzm tê wateya her tişt zindî ye û hevdu xwedî dikin. Mirov dikare weke nimûneya herî berbiçav jî darê nîşan bide. Ji bo darekê destpêkê xak tê guncavkirin, paşê bizrek tê çandin û li dû wê tê avdan. Eger mirov pir baş lê binêre, jê hez bike û nirx bidiyê û biparêze wê ev bizir hêşin bibe. Wê rehên xwe berde axê û bi demê re wê bejna wê û şaxên wê mezin bibin. Ligel wan wê berheman jî bide. Xak cihê çêbûnê ye. Xak nebe mirov jî nabe. Mirov nikare bêxak azad bijî. Xak hafize û cewherê mirov bi xwe ye.
Mirovbûyîn û civakbûyîn pir zêde bi welatparêziyê ve girêdayî ye. Eger welatparêzî nebe, ne ol, ne felsefe, ne sosyalîzm û ne jî civakbûyîn gengaz dibe. Welatparêzî tê wateya nasîna paşeroj û pêşeroja xwe û afirandina cewherê xwe ye. Xaka mirov lê ji dayik dibe ji mirov re dibe girêdanbûna yekem ya destpêkê. Bêyî xakê qet mimkun nîne ku mirov karibe rast bijî. Mirov çi bide xakê wê xak jî bide wan û wan bide jiyandin. Wê xelefê li mirov vegerîne. Yên ji xak qut dibin, ji koka xwe qut dibin û xwe winda dikin. Ango dibin xerîbê her tiştên xwe. Ew mirov li hemberî êrîşên derve vekirî dimînin. Ji ber enerjiya herî mezin di serî de mirov li ser xaka xwe digire, jiyan her tim watedar dibe û berhem digire.
Jixwe dijmin bi polîtîkaya xwe ya şerê taybet destpêkê gelan ji xaka wan dûr dixe û bi demê re jî wan pûç bikin. Mirov bi vî rengî ji rastî, dîrok, çand û heqîqeta, xwe ya bingehîn qut dibin. Ji bîr û hafizeya xwe ya esasî dûr dikevin.
Nêzîkatiyên li hemberî xaka dayik, nêzîkatiyên li hemberî welat bi xwe ye. Dema xaka mirov tê dagirkirin tê wateya jiyan tê dagirkirin. Ji ber azadiya civakê bi azadiya xaka welat ve girêdayî ye. Ji bo şoreşger û welatiyekî wateya hest û zanebûnê xwegihandina asta afirandina welatekî azad e. Heke mirov nekeve ferqa welatê xweü nakeveferqa xwe û wateya jiyanê jî. Mirovek wer teqez wê wenda bike. Jiyana herî bi wate, ji bo mirov jiyana li ser xaka welatê xwe ye. Ji ber hezkirin û girêdana bi xaka welat re bingehê jiyanê ye.
Dawiya beşê 1




