Hevrêyê qehreman Delîl Serhed

Arîn Koçer

Bi rastî ji bo mirov li ser hevrê û fermandar Delîl Serhed, xeber de mirov pir hestiyar dibe. Lê deynê li ser milê me ye, em  têkoşîn û qehremaniya hevalê xwe vebêjin. Hevrê Delîl di hêla hezkirina hevaltiyê de gelekî baldar û hesas bû. Jixwe carinan mirov ew hestyarî û hezkirina wî di tevgera wî ya di nava jiyanê de jî didît û hurmet jêre raber dikir. Hevalê Delîl bi hestiyarî beşdarî nava refên Tevgera Azadiyê dibe. Lê piştî perwerdeya şervanên nû dibîne, rêgezên jiyana Apoyî û pîvanên leşkerî dinase û hewl dide li gor wan tevbigere. Jixwe piştî xwe di fikir û ramanên Rêber Apo de kûr dike, hîn bêhtir xwe nas dike û wateyê dide pîvanên jiyanê.

Fermandar Delîl  pir ji xwendina pirtûkan û klaman hez dikir. Dengê wî jî pir xweş û zelal bû. Bi rastî hevalê Delîl di perwerdeyê de gelekî nîqaş dikir û dixwest ji pirsên xwe re bersivan bibîne. Hevalê Delîl  di warê pratîkî de pir jî zîrek bû. Her tim hewl dida xwe ji aliyê teorîk ve jî xwe perwerde bike. Hevrê Delîl gelekî şareza û jêhatî bû. Jixwe fermandarê yekîneyeke hevalan bû û di şerê xwe de pir wêrek bû. Bi rastî hevalê Delîl pir baş erka xwe ya fermandariyê pêk dianî, bi hevalên li cem xwe re pir dibû alîkar. Dema hevalek nexweş ba her weke doktorekî li ber serê wan dima û bi wan re eleqedar dibû. Her tim dixwest xwe di felsefeya Rêber Apo de kûr bike. Di jiyanê de jî her herikbar, bi liv û tevger bû.

Dema perwerdeya me ya operasyonê bi dawî bû, hevalê Delîl di pîrozbahiya girtina dewreyê de strana bi navê, “De bêjin” got. Hevrê Delîl  ji wê stranê pir hez dikir. Carekê wexta em ji qadekê derbasî qadeke din dibûn,  di nav berfê de li dora agirekî pir geş me şahiyek pêk anî. Li wir jî heval Delîl bi kelecan beşdarî şahiyê bû. Fermandar Delîl  di gelek pêngavên li dijî DAÎŞ’ê de jî cihê xwe. Bi qehremanî li dijî çeteyên herî hov û tundrew şer kir. Di pêngava rizgarkirina bajarê Holê û Minbicê de jî em bi hev re bûn. Di wan hemleyan de heval Delîl roleke pir aktîf lîst. Em di heman sengerê de bûn û min şahidî ji wêrekî û şerkeriya heval re kir.

Fermandar Delîl  ji bo tiştek li hevalên wî neyê her tim xwe dida pêş û her hevalên xwe diparast. Li cem hevalê Delîl  ruhê tolhildanê gelekî xurt bû. Civakî û dilgerm bû. Jixwe her tim dixwest ji bo gelan têkoşîn bike û wan biparêze. Dema hevalê Delîl  dît ku dewleta Tirk berê xwe da gelê Efrînê, weke şoreşger û milîtanekî Rêber Apo bi israr xwest cihê xwe di wî şerî de bigire û li dijî dijminê dagirker şer bike. Bi pêşniyara xwe derbasî Efrînê bû û cihê xwe yê di Berxwedana Serdemê de girt. Hevrê Delîl  di vê berxwedana dîrokî ya parastina rûmetê de lingekî xwe wenda kir. Hevrê Delîl bû gaziyê şoreşê yê Rêber Apo ji bo wan digot,“Şehîdên sax û dijîn.”

Hevrê Delîl  tevî birîndariya xwe jî ti carî xwe ji kar û xebatên şoreşê paşde neda. Her tim bi awayekî aktîf beşdarî xebatan dibû. Hevrê Delîl di encama êrîşeke dewleta Tirk û sîxurên wê de tevlî karwanê şehîdan bû. Em jî weke hevalên wî yên têkoşînê soz didin tola hevalê Delîl  rakin. Em ê welatekî azad ê hevalên me yên şehîd di oxira wê de canê xwe feda kirin teqez ava bikin û azadiya fizîkî ya Rêbertiya xwe misoger bikin pêk bînin.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button