Şoreşgerên Apoyî li Rojava destanan dinivisînin
Cûdî Cizîr

Li Rojava çawa şoreşa mirovahiyê pêk hat? Li Rojava bi şîara “Berxwedan Jiyan e” çawa şoreşeke ji hemû bindestan re bû hêvî û îlham pêş ket? Bêguman ev bi keda bi salan a Rêber Apo, têkoşîn û berxwedana bi hezaran şehîd û birîndaran û fedakariya mezin a gelê me çêbû. Kurd xwe ji xweliya xwe diafirînin û zindî dibin. Milîtanên Apoyî yên YPJ, YPG û QSD’ê di şerê rûmetê de xwedî azwerî û biryardariyeke pir mezin in. Ji bo wê gelên wer têk naçin, Bila ew hêzên êrîşkar pir baş bizanin ku wê bi çend hezar çeteyan û êrîşên herî hovane nikaribin çavên gelê Kurd bitirsînin.
Şoreşgerên Apoyî li Rojava destanan dinivisînin. Wê berxwedan û ezma me neşike û têkoşîna me jî serkeftî be. Heya gelê Kurd weke gelên cîhanê bigihîje hedef û armanca xwe wê berxwedana xwe bidomîne. Kurd neteweyeke resen a rehên wê kûr û dîrokî ye. Têkoşîna Rojava ji bo tevahî Kurdistanê ye.
Rojava ji bo hemû gelan di nav xwe de bingehê jiyaneke demokratîk dihewîne. Ev Şoreşa Rojava bi xwîna bi hezar şehîdan hat avakirin. Gelê me li çar parçeyên Kurdistanê xwedî li Rojava derdikeve, destûr nade careke din Kurd di nav lepên kujerên kastîk de bimînin û têk biçin. Ev xwedîderketin pir bi rûmet e û wateya wê jî avabûna vîna Kurdên azad û xwedî nasname ye. Êrîşa li ser Rojava wisa ne ji rêzê ye.
Gelê Kurd xwedî dîrokeke dirêj a serhildan û berxwedanê ye. Ew berxwedan ji bo me bûye çandeke resen. Her em ê li wê çanda berxwedanê xwedî derkevin û bibin serkeftinê. Dijminên me dirinde û hov in. Em ê heya dawiyê ji bo azadiya xwe têkoşîn bikin.
Niha li Rojava drameke mirovî ya pir mezin diqewime. Dorpêç heye, pêdiviyên herî esasî nayên pêşwazîkirin. Pêleke koçberiyê ya mezin cardin çêdibe. Di van şert mercên zivistanê de di rewşeke pir zehmet de koçber hene. Gelê Rojava û Rêveberiya Xweser bi her awayî di seferberiya xweparastin û civakparastinê de hemû derfetên xwe bi kar tîne. Ji temenbiçûkan bigire heta îxtiyaran, jin û mêr di nav berxwedaneke bêhempa de ne. Dewleta Tirk dixwaze vî şerî bike şerekî Kurd û Ereb. Ligel vê hewl dide bi Osmaniya nû Sûriyeyê bi rê ve bibe. Dewleta Tirk û çeteyên wê li ser xwîna Kurdan bazariyê dikin. Ev êrîşên hovane bi piştgiriya dewleta Tirk pêk tên. Li aliyekî behsa aştiya bi Kurdan re dike, li aliyê din jî şerê li dijî Rojava bi rê ve dibe. Lê wê ti carî ev hedef û planên wan pêk neyên.
Navenda van êrîşên hovane, plan, proje û stratejî bi her awayî, bi hemû amûr û alavên xwe bi piştgirî û piştevaniya dewleta Tirk pêk tên. Heta niha jî ev polîtîka û siyaset berdewam e. Kesên ev êrîş plan kiribûn wisa hesab dikirin ku gelê Kurd û dostên wan dê bêdeng bimînin. Di rojên ewil de dîtin ku hesabên şaş dikin û wê planên wan bi ser nekevin. Gelê Kurd xwedî felsefe ye û ti caran li hember kesî çong danayîne. Têkoşîna gelê Kurd gihiştiye asteke dîrokî. Rojhilata Navîn bê Kurd nabe. Şoreşa Rojavayê Kurdistan hêviya mirovahî ye. Hewce ye gelê Kurd li çar aliyên cîhanê li ser piyan be. Piştgirî û piştevaniya Rojava bikin. Rojava bûye ruhekî welatparêziyê. Her wiha ruhekî Kurdîtî û neteweyî derxistiye holê.
Weke gaziyên Kurdistanê yên ji bo azadiyê gelek berdêl dane, heya serketinê em ê gelê xwe û xaka xwe biparêzin. Bila gelê me pişrast be û her tim di nav livûtevgerê de be. Wê keda gelê me encam bigire. Ew dagirker dixwazin me bêstatu û bêpêşeroj bihêlin. Bawer bikin, ya vê polîtîkayê paşde bikişîne, ev ruh, ev berxwedan e, ev têkoşîn e. Berxwedana Rojava bi ruhê Kurdistanî wê bi ser dikeve.




