Gaziyê şer û şervanê Ereb Siwar Qamişlo: Em bi gelan bajarê xwe diparêzin

Şervanê Ereb Siwar Qamişlo ku li eniya Hesekê bi erka xwe radibe diyar kir ku ew bi hemû gelên herêmê li dijî êrişan parastinê dikin û got, “Kurd, Ereb û Suryan em li heman çeperê şer dikin.”

 Êrîşên çeteyên DAÎŞ, HTŞ û dewleta Tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê dewam dikin.

 Şervanên QSD, YPG û YPJ’ê êrişên li ser gund û bajarokên Kobanê, Hesekê û Kantona Cizîrê têk dibin.

 Gaziyê şer û şervanê azadiyê yê ji pêkhateya Ereb ê li eniya Hesekê Siwar Qamişlo ji ANF’ê re axivî. Siwar Qamişlo di şerê beriya niha yê li dijî DAÎŞ’ê de birîndar bûbû û endamê Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

 Siwar Qamişlo got, “Ez şervanekî ji pêkhateya Ereb im. Niha em li Hesekê ne û bajêr li hemberî êrişên çeteyan diparêzin. Peyama min ji wan çeteyên ku êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin ev e: Hemû pêkhateyên li vê derê -Kurd, Ereb û Suryan- li heman çeperê şer dikin û em bajarê xwe li hemberî êrişan diparêzin. Di şerê beriya niha de me bedena xwe danîn holê; îro jî bi heman ruhî ji bo parastina rûmeta gel û gelan, em amade ne ku tişta xwe ya herî hêja feda bikin.”

Siwar Qamişlo bi dewamî got, “Hemû enî ji bo me şeref û rûmet e. Li hemberî êrişan hemûyan em ê herêmê biparêzin. Ji bo Sûriyeyê ji komên terorîst ên ku bi navê dewleta Sûriyeyê li dijî me şer dikin rizgar bikin, em amade ne li hemû eniyan şer bikin.”

 Di dawiya axaftina xwe de Siwar Qamişlo şehîd bi hurmet bi bîr anî û şîfa ji birîndaran re xwest.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button