Li Rojava şerekî giran heye
Lava Eyo

Îro li Rojavayê Kurdistanê roj roja berxwedanê û serkeftina gelê Kurd e. Kurd ji hemû parçeyên Kurdistanê ji bo piştgiriya bi Rojava re rabûne ser piyan û tevlî seferberiyê dibin.
Dewletên dirinde li hember gelê Kurd xwe kirine yek. Hewl didin Komploya 15’ê Sibatê nû bikin û careke din qedera Kurdan reş bikin. Jixwe di serî de Îngiltere siyaseta xwe li ser gelê Kurd û gelê Ereb pêk tîne û ketiye nav hewldana gelan berde hevdu.
Em weke gelê Kurd her dem bi heval, bira û dostê xwe re rast û durist in. Em dixwazin biratiyeke heqîqî bikin û welatê xwe bi hev re derxînin ronahiyê. Rêbertiya me bi dehan salan e ji bo gel nebin amûrên desthilatdariyan di nav têkoşîneke mezin de ye. Ji hemû gelan ciwan tevlî Tevgera Apoyî bûn û di vê oxira pîroz de canê xwe dan.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser esasê jiyaneke pêkve ya hemû gel û baweriyan şoreşeke di cîhanê de mînakên wê kêm in pêk hat. Lê ew hêzên timî xwe li ser xwîna mirovan xwedî dikin, tehemul nekirin û êrîş dan destpêkirin.
Ew çeteyên heya duh ji bo girtin an jî kuştina mîlyon dolar xelat hatibû diyarkirin li Şamê kirin desthilat û li hember şoreşa gelan didin êrîşkirin.
Lê divê were zanîn ku wê ti carî ew hêz negihîjin hedef û meqsedên xwe. Îro Kurd ji wan dewletên ku dixwazin wan qir bikin û mafên wan înkar bikin re dibêjin, “Em hene. Em ê xwe biparêzin û rûmeta xwe li ser xaka Rojava biparêzin. Tevî we jî em ê jiyaneke hemû gel pêkve dijîn ava bikin.”
Li hember Rojavayê Kurdistanê êrîşeke pir tund heye. Şervanên me, gelê me, jin û ciwanên qedirbilind, dîsa gaziyên di oxira vê xakê de ji bedena xwe parçe dane bi şev û roj di nav refên berxwedanê de cih digirin.
Gelê Kurd wê ti carî serê xwe ji tundrew, desthilatdar û dewletperestan re netewîne. Weke gel ti carî em neheqiyê û koletiyê qebûl nakin. Wê serkeftin her ya gelê me be.
Di vê merheleya dîrokî de pêwîst e em hevgirtina xwe xurt bikin, ji xwe bawer bin û heya ew êrîş bi temamî bişikin berxwedana xwe bidomînin.




