Weke her carê wê serketin ya gelên berxwedêr be
Jiyan Azadî Kobanê


Ez îro weke mirov û jinekê ji dil û can bi berxwedana taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dihesim. Lewma dixwazim vê berxwedana dîrokî û efsanewî silav bikim. Hezkirinên xwe yên bêdawî pêşkeşî hemû berxwedêrên wê pêşeroja me bi serketinê tacîdar bikin dikim.
Ez xweziya xwe ji we re, bi we tînim. Ji ber di rewşên wiha yên kêliyên berxwedanê de mirov dixwaze li cem gelê xwe û hevalên xwe be. Dema mirov li cem hev be êş û kêfxweşiya mirov yek e. Lê heke mirov dûrî hev be êş zêde dibe.
Eger di rewşên berxwedanê de mirov li gel hev be, tîbûn, birçîbûn, serma jî bêbandor dibe. Kelecana hevaltiyê, dilsoziya bi nirxên şehîdan her li pêş e. Meriv bi vî awayî xwe hê nêziktirî Rêbertiyê û azadiyê his dike.
Em dizanin azadî bê berdêlên giran nabe. Eger me berdêl nedabana em ê neketibana ferqa azadiyê û me yê li ber xwe jî nedaba. Ev çeteyên hov ên êrîşî taxên me dikin, wê di vê hovîtiya xwe de bifetisin. Ti têkiliyeke wan bi mirovbûnê re nîne. Hewce ye em bi têkoşîn û berxwedana xwe wan çeteyan teşhîr bikin ku bi sedê salan ev hovîtî û dijmintiya wan a li hember gelên azadîxwaz neyê jibîrkirin.
Ew çete timî dûvikên hêzên dagirker û desthilatdaran e. Bûne maşikên zaliman. Kesên bêesl û kirêt in. Berxwedana li hember wan çeteyan berxwedaneke herî pîroz a ji bo kerameta mirovatiyê ye.
Ew çeteyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li beramberî berxwedana şervanên Apoyî têk çûn, wê li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê jî li hember têkoşîna gelan û şervanên Apoyî têk biçin. Weke her carê wê serketin ya gelên berxwedêr be.
Bi vê wesîleyê ez berxwedana hêzên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û têkoşîna Rêber Apo ya li Îmraliyê ku bûye rohniya me dibe azadiyê ji dil û can silav dikim. Ez gelên layiqî azadiyê, Rêberê xwe û berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê silav dikim.




