Fedaiyan nîşan da ku wê ti êrîş nikaribe vîna wan bişikîne

Rojane li ser civakan û bi taybet jî li ser jinan komkujî têne kirin. Komkujî, êrîş û gefên li ser mirovan û xwezayê ji hêla hişmendiya desthilatdar û mêrperest ve ji rêzê têne dîtin. Tişta herî sosret jî ev bi xwe ye. Rêber Apo mudaxeleyî wan rewşên bi şer û tundî kir, pêvajoya aştî û civaka demokratîk xist rojeva civakê. Li şûna dojeh û mehşerê; qala wekhevî, aştî, edalet, xwişk û biratiya gelan kir û got: “Teqez divê civak zanibe ku serdema şer û tundiyê derbas bûye. Sedsala 21’emîn wê bibe sedsala azadiya jinê û pergala civaka demokratîk.”

Bi hezarê salan e civak di pêşengtiya jinan de hewl didin xwe ji koledariyê û hişmendiya qatilê kastîk rizgar bikin. Ev rastiyeke eşkere ye ku rizgarî û azadî tenê bi berxwedan û têkoşînê gengaz e. Serkeftin wiha bi hesanî, bê têkoşîn û bê ked nayê qezenckirin. Şoreş ji bo rizgariya gelan dermanê herî baş e. Şoreşa Kurdistanê ya di pêşengiya Rêber Apo de nîv sedsalek bihurand. Hîn jî bi kelecan û coşeke pir mezin ev têkoşîn berdewam dike.

Hemû beşên Kurdistanê bi bîr, bawerî û îlhama ji vê têkoşînê digirin berxwedana xwe didomînin. Nexasim jî li Rojavayê Kurdistan û Rojhilatê Kurdistanê gelê me yê xwe bi fikir û felsefeya Rêber Apo perwerde kiriye, di nav şert û mercên herî zehmet, êrîş û gefên herî hovane de jî meşa xwe ya ber bi jiyana azad didomîne. Ji bo parastina rûmeta xwe di nav berxwedanê de ye.

Bêguman azadî, wekhevî û demokrasî wiha hesan nînin û bêberdêl pêk nayên. Weke gel me jiyana koledariyê pir dît. Êdî dem hatiye em jiyaneke bi rûmet û azad  ava bikin. Weke gel em tî û birçiyê jiyana azad û wekhev in.

Berxwedana îro li nav kolan û qadên bajarên Rojhilatê Kurdistanê pêş dikeve ji bo parastina rûmeta Kurdên serbilind û azad e. Paralelî wê di van kêliyên dîrokî de li Rojavayê Kurdistanê, taxên bajarê kevnar Helebê li Şêxmeqsud û Eşrefiyê têkoşîneke dîrokî û pîroz a li hember hişmendiya herî tarî ya cîhanê tê pêş xistin. Şêre jin û mêrxasên dilêr ji bo parastina xelk û taxên xwe canê xwe feda dikin.

Qehremanên gel di van kêliyan de destanên dîrokî dinivîsin û didin îspatkirin ku şervan û fermandarên Rêber Apo ne. Bi berxwedana xwe diyar dikin ku heya hênasa xwe ya dawiyê bi soz û peymana xwe ve girêdayî ne û canê xwe diyarî gel û xaka xwe dikin.

Qehreman û çelengên gelê Kurd Dilbirîn, Faraşîn, Denîz, Rojbîn û Hawar bi çalakiyên xwe yên fedaî yên li Helebê egîdiya şervanên Apoyî dan nîşandan. Destnîşan kirin ku wê ti êrîş, zilm û zehmetî nikaribe vîna wan bişikîne. Wê her û her dirûşma pêşengê mezin Mazlûm Dogan a “Berxwedan jiyan e”  li kolan û qadên têkoşîn lê hene zindî be.

Hevrêyên têkoşeran

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button