Barîn Sorxwîn: Hevala Azadî pêşenga gaziyên şer bû

Barîn Sorxwîn

Şehadeta hevrê Azadî ji kûrahiya hestan de me hejand û xemgîn kir. Ji ber şehîd Azadî ji bo me gelekî giranbiha û hêja bû. Ez di serî de hevrê û pêşeng Azadî bi bîr tînim û bejna xwe li hemberî bîranîna wê ditewînim, soza xwe jêre nû dikim. Ez ji malbata me ya hêja, bi rûmet û welatparêz re sersaxiyê dixwazim. Şehîd ji bo me pêşeng û serkêş in. Em li ser şopa wan têkoşîna xwe pêşde dibin û wan qehremanên xwe didin jiyandin.

Şehîd ewladên gel xwe ne. Wan di dema xwe de malbata xwe ya biçûk berdan. Ji bo malbata xwe ya mezin li azadiyê geriyan û têkoşîn kirin. Xwe ji bo gelê xwe feda kirin. Bûn pîroziyên gel û welatê xwe. Gel jî li wan pêşeng û qehremanên xwe xwedî derket û li ser xeta wan têkoşîn dikin. Hevala Azadî jî pêşenga gaziyên şer bû. Ji dil û can têkoşîn dikir. Hêviya wê ya pêşerojeke wekhev, bi edalet û azad timî hebû. Ji bo vê têkoşîn dikir û navê xwe kiribû Azadî. Ew hêviya azadiyê bû.

Fermandar û şêrejina Kurd Azadî di ciwaniya xwe de dev ji xwendina xwe ya hiqûqê berda, ji bo rûmet û kerameta gelan û mirovatiyê çek hilgirt. Li kêleka çekê bi pênûsa xwe jî şer û têkoşîneke muezem meşand. Ji bo hevrê Azadî pênûs û lênûs, nivîs û helbest jî çepereke girîng a têkoşîna azadiyê bû. Di nivîs, helbest û rojnivîsên xwe de qala hezkirin û evîndariya xwe ya ji azadiyê re dike. Di nivîsên xwe de diyar dike ku ji bo ji jin û civakê re jiyaneke azad û wekhev ava bike her tim di nav berxwedanê de ye. Her wiha balê dikişîne ser jiyana koledariyê. Kîn û hêrsa xwe ya li hember koletiyê û pergala desthilatdar bi rengekî berbiçav dide xuyakirin.

Qehreman û pêşeng Azadî pir jîr û zana bû. Her tim digot, “Ez ji jin û mêrên kole hêrs dibim . Ji ber vê min soz daye Rêber Apo, şehîdan û gelê xwe ez ê tevahiya temenê xwe ji bo jiyana wekhev û azad têkoşîn bikim û evîndarê azadiyê bim.” Em jî weke heval û hogirên wê soz didin fermandara xwe Azadî, em ê cihê wê di hest, fikir û jiyana xwe de bikolin û wê mayendî bikin.

Ez careke din soz didim heval Azadî di fikir, hest û jiyana xwe de bidim jiyîn, taybetmendiyên wê ji xwe re bikim prensîb û li ser vî esasî têkoşîn bikim.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button