Roj roja têkoşînê ye
Asya Weşûkanî

Dema mirov li ser rewşa jin û civakê lêkolîn dike, mirov haj li jana jin û civakê tê. Mirov kûrahiya pirsgirêkan hîn baştir dibîne. Ji bo mirov haj li rastiyên veşartî ên li pişt perdeyên pergala serwer û mêrperest bibe û wan rastiyan bi jin û civakê bide naskirin, lêkolîneke pir xurt hewce ye. Di encama wê lêkolînê de jî pêwîst e têkoşîn were xurtkirin. Dema mirov dest bi elîfbaya zanebûna xwenaskirinê bike, pêşveçûna mirov dest pê dibe. Mirov dikare ji têkoşîna xwe ya kesayetî dikare dest bi guhertin û veguhertina civakê bike.
Em hemû jî dizanin mirovahî gelekî westiyaye û gihiştiye rewşa hew dikare nefes bigire. Sedem û çavkaniya wan pirsgirêkan jî hişmendiya mêrperest û desthilatdar e. Ev desthilatdarî jî hişmendiyeke xwe ya pir kevnar û jahrkirî heye ku dîroka xwe diçe 30 hezar sal beriya zayînê. Hîna jî rehên xwe di nav qelîştokên civakê de veşartîne û bêhn lê çikandiye. Teqez divê were zanîn ku hîn jî pergala desthilatdar û mêrperest wê hişmendiya xwe ya qatil kastîk diparêze. Her çiqasî hezar sal jî di ser re derbas bûne jî bi demê re hîn xerabtir bûye û bûye weke dêwê nav deryayê. Xeterî heye ku hemû mirovahiyê daqurtîne û dawiya wan bîne.
Ji ber jinê klan diparast qatilên kastîk di serî de jin kirin hedef. Piştî jin çewisandin û kirin kole vê carê jî berê xwe dan civakê û di şexsê jinê de civak jî kirin kole. Bi demê re koledarî bû çandeke gelekî xerab û mirovahî derbasî serdema koledariyê bû. Desthilatdaran xwe kirin xweda û mirov jî kirin pisiya xwe.
Piştî dîtin mirov dikevin nava lêgerînên azadiyê, desthilatdar û tundrewan vê carê jî rêbazên xwe guhertin. Çûne mirovan û ew dane îqna kirin, li şûna xweda memleket, welat û dewlet dane çêkirin. Mirov ji xwe re kirin leşker û parêzvan. Ev ji bo careke din û bi rengekî din wan bikin kole. Nexasim jî piştî siyaset û teoriyên neteweperestiyê pêşxistin û sînorên xwe fireh kirin, ji dilê desthilatdaran hat ku xwe li ser pişta gelan cîhanî bikin. Xanedan û împaratorî çêbûn, xak parçe bûn, şerên pir bêrehm û bêwijdan pêş ketin. Bi milyonan mirov hatin kuştin, talankerî û dagirkerî pêş ketin, dê weledê xwe
Em hemû jî dizanin ku cîhana me ya hemdemî du şerên cîhanê yên pir mezin jiyane û niha jî em qolincên Şerê Cîhanê yê Sêyemîn dijîn. Dewletên girgire wiha dikin ku mirovahiyê bi temamî têk bibin. Jixwe rojane teknîka şer pêş dixin û dikarin bi dehhezaran mirovan bi gazeke kîmyewî di cihê wan de hişk bikin, dawiyê li jiyana wan bînin. Naxwe pêwîst e mirovahî li hemberî hişmendiya qatilên kastîk ên hemdem bi tundî rawestin, qet li wan neyên rehmê. Li dijî hişmendiya qatilên kastîk ên hemdemî û nexasim jî hişmendiya 500 salên dawiyê yê pergala sermayedar divê mirov timî di nav têkoşînê de bin. Pergala sermayedar serdema xwe ya dawiyê dijî. Aqilmendên pergalê pir baş dizanin ku mirovahî haj li rastiya wan bûye, hew ji derew û fêlbaziyên wan bawer dikin.
Rêber Apo zêdetirî 52 sal e derketiye ser dika dîrokê, ji her kesî zêdetir têkoşîn dike û ji tinebûnê hebûn çêkir. Gelê Kurd ji xewa giran şiyar kir û Kurd kirin têkoşer. Rêber Apo niha jî dest bi pêvajoya çareseriya aştî û civaka demokratîk kiriye û ketiye nav hewldana gelên Rojhilata Navîn bi hev re bike xwişk û bira. Tê dîtin ku mirovahî jî xwedî li pêvajoyê derdikeve û jêre dibe destek. Careke din ez bang li hemû jinan û civakan dikim û dibêjim, roj roja têkoşînê ye. Divê hemû kes bi hev re rabe ser piyan, tundiya li ser jin û civakê şermezar û rûreş bikin. Ji bo em cîhana xwe bikin weke bihuştê û em dawiyê li hemû cure şer û tundiyê bînin, divê ji her demê zêdetir em têkoşînê mezin bikin.




