Em ê Rêberê xwe bi nêrgizên xwedî bêhnên herî xweş pêşwazî bikin
Ezîme Zagros

25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî li ser Jinê kolanên Reqayê bibûn lehiya ji jinan. Asîmanê wê bi dirûşmên, “Jin Jiyan Azadî” yên bi Kurdî û Erebî deng vedida.

Tişta hê balkêş û xweştir jî ew bû ku di vê roja pîroz û bi nirx de dengê Rêber Apo gihişt me. Lewma dil û hinavên me bi giştî rabibûn govend û dîlanê.
Reqsa azadiyê, coş û kelecaneke terîfa wê pir zehmet e em girtin. Xwîna me ji germahiya dengê Rêbertî difuriya.
Jinan bi dirûşm û tilîliyên herî bilind, dengê Rêbertî pêşwazî dikirin. Bi rastî jî mirov di mijara pênasekirina wan kêliyan de zehmetiyan dikişîne. Tililî, dirûşmên jinan û dengê Rêber Apo ewqasî li hev hatibûn ku mîna keziyeke herî bedew bi hev ve hatibûn hûnandin.
Ez weke hevaleke gaziya şer ji ber birîndariya xwe zêde nikarim bi rêkûpêk dengê xwe berz bikim û biqîrim. Dîsa ji ber lingên xwe nikarim baş bimeşim.
Lê wê kêliyê dilê min bi qasî dengê jinan li şûna dengê min bi coş û heyecan bû. Lingên min li pêşiya bedena min bilez wekî ez bi wan jinan hemûyan re ji bo gihiştina cem Rêbertiyê te digot qey ketime nav pêşbirkê. Lewma qet nehat bîra min ku ez nikarim baş bimeşim. Ji ber armanca min a sereke ew bû ku kêliyekê berî kêliyekê bigihîjim dengê Rêbertî.
Ji sedî sed ez ji vê bawer im ku wê Rêbertî ji zindanê derkeve, ez ê peyam, hesret û bêrîkirinên xwe jêre vebêjim. Ez dizanim dema Rêbertî li çavên min binêre wê zimanê dilê min fêm bike. Wesiyeta hevalên şehîd ji bo min hene ku ez Rêbertî dibînim. Bi vî awayî ez ê vê erk û wezîfeya girîng bi serketî temam bikim.
Rêberê min ez her roj li gulan dinihêrim bê ez ê ji wan kîjanê diyarî te bikim. Teqez em ê te bi nêrgizên xwedî bêhnên herî xweş pêşwazî bikin Rêberê min.




