Gaziyên şer li Kobanê di refên pêş de li dijî tundiya li ser jinan meşiyan

Bi sedan mêrên bajarê kantona Firatê li dijî tundiya li ser jinan meşiyan. Gaziyên şer jî di refên herî pêş ên meşê de berteka xwe ya li hember tundiyê diyar kirin.
Meşê ji Qada Jina Azad dest pê kir û heta bi Qada Aştî çû. Di meşê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û alên Kongra Star hatin hildan û dirûşmên “Jiyan, Jiyan, Azadî”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Berxwedan jiyan e” hatin berzkirin.
Li Qada Aştiyê, endamê rêveber ê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên kantona Firatê Şêro Mistefa axivî û diyar kir ku jinê li hember hişmendiya desthilatdar li ber xwe da û wiha got: “25`ê Mijdarê roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan e. Em her tim ji bo tundiyê têkoşîn û berxwedana xwe xurtin bikin. Divê her kes ji bo şikandina hişmendiya desthilatdariyê têkoşîn bikin û her kes bi azadiya xwe jiyan bikin.”
Mistefa da zanîn ku ji bo azadiya jinan divê berxwedana xwe xurtir bikin û anî ziman ku: “Bi avakirina tevgera azadiya jinan re, jin bûn pêşengên mirovahiyê.”
Meş bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.




