Divê em têkoşîna xwe xurt bikin

Gaziya şer Gulçîn Xoşmêr diyar kir ku divê tevahî jin bi ruh û îradeyeke herî xurt li hember zext, tundî û neheqiyan rawestin û got, “Li ser vî esasî divê em têkoşîna xwe xurt bikin û ji bo jiyana xwe azad bixebitin.”
Bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinê gaziya şer Gulçîn Xoşmêr nêrînên xwe anîn ziman.

Gaziya şer Gulçîn Xoşmêr di destpêka axaftina xwe di şexsê xwişkên Mîrabal de tevahî jinên di oxira azadî û wekheviyê de şehîd bûne bi bîr anî û got, “Em dikevin salvegereke nû ya 25’ê Mijdarê. Weke jinên şoreşger em ne xerîbê rojên wer ên bi xwîn, ked û berxwedana jinan bûne malê dîrokê ne. Jinan ji bo jiyaneke azad û wekhev bi hezarê salane bi awayekî têkoşîn kirine, li ber xwe dane. Ev rêûresma berxwedanê di Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê de ku bi felsefe û bîrdozî Rêber Apo pêş ketiye di asta herî jor de ye.”
Gulçînê bal kişand ser berxwedana yek ji pêşenga Tevgera Azadiyê Sakîne Cansız û wiha axivî, “Hevala Sakîne li Zindana Amedê di pêvajoyeke ku zilm, zext û hovîtî bêsînor bû, li ber xwe da. Hevala Sakîne li qawîşa têde hemû jin rêxistin kirin, îrade û hêza berxwedanê da hemûyan. Li wê qawîşa jinan hemû girtiyên jin ne PKK’yî bûn jî. Lê ji sekn û berxwedana hevala Sakîne bandor bûn û wan jî biryara berxwedanê dan. Li çiyayan jî hevala Bêrîtan de li hember hişmendiya teslîmiyet, xiyanet û hevkariyê berxwedaneke herî muezem nîşan da. Hevrê Zîlan, Viyan, Rûken, Asya û hwd. bi sedan jinên Apo li hember zîhniyeta mêrperest û desthilatdar bûn sembola têkoşînê.”
Gaziya şer Gulçîn Xoşmêr di dewama axaftina xwe destnîşan kir 25’ê Mijdara îsal rastî pêvajoyeke nû ya bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo daye destpêkirin hatiye û ev anî ziman, “Di vê çarçoveyê de jî 25’ê Mijdara îsal xwedî wateyeke cudatir e. Divê tevahî jin bi ruh û îradeyeke herî xurt li hember zext, tundî û neheqiyan rawestin. Ti kes ji derve de nayê zext, tundî û neheqiya li jinan tê kirin ji holê raneke. Pêwîst e, em weke jin bi yekîtî, rêxistin û xweparastinê têkoşîna xwe bi serketinê tacîdar bikin. Rêbertî dibêje, ‘Divê jin cesaretî jiyana azad jî bikin.’ Li ser vî esasî divê em têkoşîna xwe xurt bikin û ji bo jiyana xwe azad bixebitin. Ji bo rêxistinkirina jiyana azad a sosyalîst a xwe dispêre sîstema komunal a demokratîk hewce ye em berxwedanê di asta herî bilind de pêş bixin.”




