Em li ber deriyê serdemeke nû yê serkeftinê ne

Asya Weşûkanî

Li ser xaka Rojavayê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek qehreman û xwedawendan canê feda kirin. Gel û xaka xwe parastin, di qadên şer de weke şêrejin û mêrxasan meydan li mirinê xwarin. Heya hênaseya xwe ya dawiyê şer kirin, gihiştin asta pîrozî û xwedawendiyê. Em îro jî dibînin ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê pêlên xwe weke tîrêjên rojê li hev dialîne û ber bi asîmanê şîn ve hildipeke. Ew jinên pêşeng bi têkoşîna xwe ya di çarçoveya paradîgmaya azadiya jinê de ketine nav rûpelên dîrokê û ji tevahî jinan bûne çanda berxwedêr. Îro jî ew berxwedan di dilê bi hezaran jinan de weke volqanekê dikele, dipeke ser rûyê tundrew û qatilan, wan ji kokê de pûç dike.

Jinên dilêr û canfeda xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rêxistin dikin. Ji bo azadiya xwe û civakê têkoşîn dikin. Şêre jinên Kurd tevî hevalên xwe yên mêrxas li eniyên şer berxwedaneke pir xurt raber kirin. Li hember êrîşên El-Nusra, DAIŞ’ê, hêzên dagirker û çeteyên girêdayî wan berxwedaneke bêhempa bi serkeftî meşandin. Dagirkeran li ser heval û hogirên qehreman êrîşên hovane pêk anîn. Çete û tundrewan gelekî hewl dan vîna şoreşgerên çiyayî û ewladên berxwedêr ên gelê Kurd bişkînin. Lê berevajî wê çelengên Kurdistanê hemû êrîşên wan şikandin û serkeftin qezenc kirin. Jin û ciwanên Kurd di pîroziya xwedawendiyê de destanên herî xweşik nivîsandin û pêşkeşî tevahî mirovatiyê kirin.

Bi lehengî û egîdiya jin û ciwanên Kurd hemû hesabên wan dagirker û çeteyan pûç bûn. Ala serkeftinê bilind bû. Zarokên xaka pîroz Mezopotamyayê hemû rêbazên tirsnak ên neyaran, şerê wan ê taybet vala derxistin. Bi roj, heyv û salan li ber xwe dan û şer kirin. Dijminên tundrew li hemû qadên jiyanê rêbazên şerê taybet meşandin, xwestin qehremanê gel bandor bikin. Lê hemû hewldanên wan badilhewa çûn. Dilêrên jêhatî keç û lawên xaka pîroz ji bo parastina destkeftiyên şoreşê xwîna xwe rijandin, ji bedena xwe parçe dan.

Şoreşger û çelengên bedew ji bo bidestxistina tiştên ji wan hatibûn girtin û çanda xwedawendiyê careke din li wan xakan hêşîn bikin, bedena xwe kirin mertal û gihiştin şehadetê. Dewleta Tirk û çeteyên wê tevî tank, top û hemû teknîka xwe ya pêşketî jî nekarî berxwedan û têkoşîna şoreşgerî asteng bike.  Dewleta Tirk a dagirker vê carê jî bi êrîşên dijwar ên balafirên şer û yên keşfê pêşengên gel kirin hedef. Armanca wan êrîşan ew bû ku vîna gelê me û şervanan bişkînin, têkoşîna wan bidin rawestandin.

Di wan êrîşên nemerd de  gelek şoreşger û sivîl hatin hatin qetilkirin. Di serî de yadê Aqîde, hevrê Zehra, Hebûn û Emîne tevahî şehîdên me yên giranbiha ên di wan êrîşên hovane de gihiştin şehadetê bi rêz û hurmet bi bîr tînim.

Li ser esasê paradîgmaya Rêber Apo em ê dawiyê li şer û tundiyê bînin. Em ê gelê xwe û mirovahiyê ji kuştin, talan kirin, destdirêjiyan rizgar bikin, cîhaneke wekhev û azad ava bikin.

Ked û têkoşîna Rêberê xwe teqez em ê bi serkeftinê tacîdar bikin. Em ê berxwedan û têkoşîneke layiqî şehîdên xwe yên qehreman pêş bixin. Hedef û armanca wan leheng û pêşengên xwe ji sedî sed em ê pêk bînin.

Li ser vî esasî bang li tevahî jin û ciwanan dikim û dibêjim,  roj roja têkoşîn û xebatê ye. Divê her kes xwe ji bo serxistina pêvajoya çareseriya aştî û civaka demokratîk amade bike û di nav refên têkoşînê de cih bigire. Em li ber deriyê serdemeke nû yê serkeftinê ne.

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button