Em soz didin rêya şehîdan berdewam bikin

Gaziyê şer Raman Hesekê yê şehîd Hogir û şehîd Serkêş di salvegera şehadeta wan de bi bîr anî got, “Her du hevalên me bi fikir û felsefeya Rêbertî têkoşîneke pir watedar pêş xistin. Em jî soz didin rêya şehîd Hogir û şehîd Serkêş berdewam bikin.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bajarê Hesekê 11’ê Mijdara 2024’an di encama êrîşeke bombeyî de endamên Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û gaziyên şer Hogir Amed, Serkêş Riha û hevalê wan ê ajokar Hemze Serêkaniyê şehîd bûn.

Gaziyê şer Raman Hesekê bi wesîleya yekemîn salvegera şehadeta her du hevalên xwe yên gaziyên şer nêrînên xwe anîn ziman.
Raman di destpêka axftina xwe şehîd Hogir, Serkêş û Hemze bi bîr anî û got, “Em xwedî tevgereke welê ne ku bi şervan, gazî, jin û tevahî gelê xwe di nav têkoşînê de cih digirin. Ev ruh û îradeyeke ku me ji Rêber Apo girtiye. Ev ruh, îrade û cesareta Apoyî ye. Hevalên me yên di nav têkoşînê de dema birîndar dibin, timî dibêjin, ‘Em zû tedawiya xwe bibînin da ku em careke din biçin ji bo Rêbertî û gelê xwe di nav refên têkoşîn û berxwedanê de cih bigirin.’ Weke gaziyekî şer min ev helwest û îrade bi awayekî herî berçav di şexsê heval Hogir û Serkêş de dît. Heval Serkêş tevî lingekî xwe jî winda kiribû, di nav hêzên eskerî de pêşengî û fermandarî ji hevalên xwe re dikir. Hinek caran dema derfet didît dihat cem me. Min rojekê jî heval Serkêş bê moral nedît. Li devera lê bû, cih ji bêmoraliyê re nebû. Her tim atmosfereke pozîtîf belav dikir.”
Gaziyê şer Raman Hesekê anî ziman ku sala 2021’ê şehîd Hogir nas kiriye, demeke dirêj pêre li heman qadê xebat meşandiye û wiha dewam kir, “Di bin rêveberiya heval Hogir de me perwerdeyên bîrdozî dîtin. Heval Hogir ruhê hevaltiyê û rêxistinî temsîl dikir. Jiyana me ya bi heval Hogir re pir bi wate bû. Heval Hogir tevî ji ber birîndariya xwe ya giran, her roj pir êş dikişand jî ti carî nedida diyarkirin. Qet dilê hevalên xwe nedihişt. Timî me ew weke fermandarekî didît. Hevalê Hogir birayê şehîdekî jî bû. Wate û qîmetekî mezin dida şehîdan, gaziyên şer û hevalên xwe. Ji kenê wî bigire heya, rabûn, rûniştin, sekn, kesayet û xebata wî bi disîplîn û li ser esasê pîvanên hevaltiyê bûn. Bi ruhekî fedakar nêzî heval û hevrêyên xwe dibû.”
Raman destnîşan kir ku pir kêfa heval Hogir ji zarokan re dihat û got, “Zarok û malbatên me yên welatparêz jî pir hurmet didan heval Hogir û jê hez dikirin. Heval Hogir ti carî xwe di ser mirovan re nedidît. Bi rastî exlaqê rêxistinê temsîl dikir. Bi nêzîkatiyên welatparêziyê nêzî mirovan dibû. Jixwe ji cihekî weke Amedê ye ku xelkê wê pir welatparêz in, xwedî şehîd in û ti carî hovîtiya dijmin qebûl nakin. Heval Hogir timî digot, ‘Em li hember dijmin xwe lawaz nekin. Eger hêza me hebe em rehmê dikin. Lê eger hêza wan jî hebe, em ê li ber xwe bidin. Em ti carî ji xeta rêxistinê dernakevin û moralê xwe xerab nakin.’ Dîsa heval Hogir diyar dikir ku hevalên gazî dikarin di nav refên têkoşînê de bi her karî rabin. Dikarin bi çekê jî şer bikin û bi pênûsê jî têkoşîn û berxwedana xwe bidomînin. Hevalên weke Hogir yên ewqasî bi coş, hurmet û fedaîtî bi karê şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya bi xwîna bi hezaran şehîdan ava bûye rabûn. Heval Hogir ji bo welat, gel û azadiyê şer kir. Heval Hogir û heval Serkêş bi fikir û felsefeya Rêbertî têkoşîneke pir watedar pêş xistin. Em jî soz didin rêya şehîd Hogir û şehîd Serkêş berdewam bikin.”




