Taybetmendiyên kesayetên wêjevan û rola wan a di civakê de
Zelal Botan (Zelal Ereb Tirbespiyê)

Têkiliya wêjeyê ya bi civakê re têkiliyeke diyalektîkî ye. Derketina wêjeyê û pêşketina wê jî di nava vê navgîniyê de ne. Ji bo wê jî wêjevan di nava civakê de xwedî erk û roleke mezin e. Wêje ji bo zindîhiştina civakê merceke sereke ye. Di heman demê de civakê li ser piyan dihêle. Eger wêje wisa be naxwe divê wêjekar jî ji civaka xwe şiyanê werbigire û civakê zindî bihêle. Ger wêjevan ne di wê ferqê û zanînê de be ku erkên wisa giran li ser milê wê/wî ye wê nikaribe tişta jê tê xwestin pêk bîne û karekî bi sûd ji bo civakê pêşkêş bike. Ji ber kesayeta wêjeyî xwedî jêhatin û behremendî ye ku dikare raman, hest û nêrînên xwe bi awayekî zelal û xweş bîne ziman. Ji bo ew kesayet rola xwe ya girîng bilîze divê tiştên taybet û balkêş pêşkêşî civakê bike.
Wêjevan ango kesayeta wêjeyî takekeseke ji nava civakê dertê. Bêguman dê ji wê jî bandor bibe û li gorî şiyan û zanebûna xwe bandor bike. Çiqasî kesayeta wêjeyî nêzî civakê be, bi rêûresmên jiyana wê ve girêdayî be wê ewqasî bi bandor be û roleke baş di jiyana civakê de bilîze. Rêjeya bandorê bi rêjeya têkiliya wan a bi civakê re tê pîvan. Wêjevanek ji civakê qut, ji êş û azarên gel dûr nikare bandor bike û berhem û nivîsên wan ji aliyê civakê ve nayên pêşwazî kirin. Lewma civak li ser mijarên girêdayî malbatê û rojane yên perwerde û tenduristî hewcedariya nivîskarekê ye. Li gorî vê yekê divê çavdêrî û şopandinên nivîskar hebe da ku karibe van mijaran bi awayekî durist bîne ziman.
Ji bo bikare ji bo pirsgirêk û kêmaniyên heyî pêşniyar û çareseriyan pêşkêş bike, pêre jî rexnekirinek watedar û aşkerekirina xalên lewaz hewcedariyeke, lê ew jî pênûseke taybet dixwaze da ku bikaribe berjewendiyên gel, civak û welat biparêze. Aşkerekirina kêm û kurtiyan û diyarkirina berjewendiyên welat û civakê erkê sereke yê kesayeta wêjeyê ye. Lewma divê xwedî pênûseke taybet be ku di navbera wê û xwendinê de têkiliyeke xurt û durist hebe. Ev têkilî bi afirandina berhemên ku ji pirsgirêkên civakî re dibin bersivên xurttir dibe. Berhemdariya watedar jî girêdayî zanîn û çanda nivîskariyê ye ku çavkaniya bingehîn a çanda civakê bi xwe ye.
Taybetmendî û rola kesayeta wêjeyî, kesayeteke xweser û ji xweber di gir û tevgerên li rastî û çinî nasîn û zanistê re bêwestan e. Ne tenê ji çand û pêmayên xwe yên neteweyî re sînordarmayîn e. Ji wê bêhtir gerîna li nava çanda cîhanê û nasîna wê ye. Lewra bîrdanka kesayeta wêjeyê ji her cure nimûneyên bingehîn ên pirsên dewlemend dibersivîne. Ev kesayet li ser hin bingehên biyolojîk, civakî û çandî divê xwedî kesayetek cihêwaz be. Mirov dikare di hin xalan de cihêwaziya wê derxîne û bi vê yekê jî kesayeta wêjeyê bide nasîn. Lê tijî têgeh û hişmendiyên bêkêr û riziyayî ye ku di bin qada êş û derdan de ji tevayî civakê re ji bo pêdiviya kesayetên civakê di afirandina pratîkên guncaw de çalake.
Xwedî rêbazên hewldanên xembariyê ne, xwendevan û temaşevanan ji jiyana normal û rûtînî napejirîne. Kesayeta wêjeyî pirsdare. Li kilîdan digere di heman demê de xwedî bersivên dewlemend û herikbare. Wêjeya ne di xizmeta îfade û çalakiya gel de be, nabe edebiyata civakê. Di warê avakirina civakê de çalakiya wêjeyî û şoreşê heman e. Ji ber ku şoreş û wêje ji bo nûbûn û berdewamiya jiyanê tê kirin. Di rastiyê de şoreşa herî mezin di serî de di hestên mirov de pêk tê. Dema ku jiyan bi edebiyatê tê terîfkirin bi wê hîn bedewtir dibe û bi qasî ku hemû ziraviyên wê bide nîşandan bi bandor e û bi vê re jî wê layiqî hemû rengîniya jiyanê be.
Ji ber ku mirov herî zêde bi xeyalên xwe re dimînin û hestên wan ber bi asoyên cuda ve diherikin û timî di deryayeke mezin de li zanînê digerin. Her wiha wêje îfadeya herî baş a şoreşê ye. Şoreşeke bi qasî ku xwe wêjeyî dike ewqas dikare bibe malê civakê. Hemû berxwedaniyên şoreşê bi rêka wêjeyê dikarin bêne nasîn. Şoreşek bê wêje dikare bibe, lê nikare li nava civakê bi awayekî baş xwe rêxistin bike û bide nasîn. Lewra şoreş xeyal û jiyaneke çawan hedef dike girîng e. Wêje dikare bi awayekî tekuz bibersivîne. Di her serdemê de mînakên kesayetên wêjeyî bendewar û fîlozof û civaknasên rola xwe lîstine hene. Ji bilî deshilatdar û civaka ji rêzê hatiye reşkirin û tewandin. Ji ber dîtina hizir û şopên wan cuda ye. Hişmendiyeke kevneperestî mîna dînan ew di nava civakên xwe de hatine nasîn û hinek ji wan jî hatine tine kirin. Ger ji bendewar pêxember, şanoger û fîlozof, zana û helbestvên li rastî û jiyaneke durist geriyane ji bo civakek bi tendurist bijî pir êş kişandine.