Bêrîtan Amanos: Hevrê û şagirta şêrejina Ereb, Rojbîn

Asya Weşûkanî

Keça jêhatî û çeleng Bêrîtan Amanos hevrêya Ezîz Ereb û Egîdan e. Jina ji xwe bawer û zana ji bo rizgariya jinan û civaka xwe, bi bîr û bawerî ket nav cenga giran. Bêrîtan weke şêrejinên xwedawend bi rext û çekan xwe pêça û li kêleka Arîn Mîrkan, Rêvan Kobanê, Avesta û Barînan di refên berxwedanê de cih girt. Jin, civak û xaka xwe parast. Şêrejina ji pêkhateya Ereb Bêrîtan Amanos berxwedaneke bêhempa raber kir, hewl da cane xwe ji jin û civakê re bike mertal.

Mirov tenê ji jinên wiha wêrek û qehreman re dikare bibêje, şêrejin û di bin ala wan de ber bi serkeftinê ve bimeşe. Keda jinê di Şoreşa Rojava de sereke û bingehîn e. Jinên weke Bêrîtan Amanos yanî Bêrîtan Ereb ji destpêka şoreşê de weke pêşenga jinên Ereb berê xwe da sengerên şer û bû yek ji wan jinên li pêşiya mêran dikevin şerê li hemberî hêzên herî tundrew ên cîhanê.

Hevalên me yên dilêr serî li hemberî wan hêzên tundrew rakirin û meydan li wan xwendin. Yek ji wan jî hevala me Bêrîtan Amanos bû ku xwe bi çek û rextan xemiland, di nav refên YPJ’ê ket ser şopa jinên bêhempa û berxwedêr ên weke Rojbîn, Şîlan, Zehra, Leyla û Ezîmeyan. Ew leheng ji jinên azadîxwaz re bûn sembola azadî û serfiraziyê. Ala qehremantî û şerefê ya YPJ’ê bilind kirin, hêvî dan tevahî jin û civakê. Îro jî em dibînin ku li ser mîrateya wan qehreman û çelengan bi sedan jinên wêrek di eniyên berxwedanê de bi  serbilindî cih digirin.

Hevrêya me Bêrîtan Amanos a bi eslê xwe Ereb û ji herêma Dêrezorê ye, sala 2001’ê çavên xwe li dinyayê vedike. Bêrîtan a ji şervanên rûmet û mirovatiyê bandor dibe sala 2016’an tevlî nav refên YPJ’ê dibe.

Hevrê Bêrîtan di nivîseke xwe de ji bo berxwedana YPJ û YPG’ê wiha dibêje, “Têkoşîna li Rojava hatiye meşandin, tenê gelê Kurd nagire nav xwe. Ji bo hemû gelan, ked û fedakarî hatiye kirin.”

Bêrîtan a di demeke kurt de xwe di fikir û bîrdoziya Rêber Apo pêş dixe, dibe şopdara Ronahî Ereb û tevahî şervan û milîtanên di oxira azadiya gelan de şer dikin.

Şervana YPJ’ê Berîtan Amanos (Sefa Silêman) di encama êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser Qereqozax û Bendava Tişrînê de 9’ê Çileya 2025’an gihişt şehadetê.

Bi rastî şehadeta hevrê û pêşenga jinan Bêrîtan Amanos cihê xemgînîyê ye. Ez Ronahî Amanos a  lehenga jina azad, hevrê û şagirta şêrejina Ereb Ronahî bi hurmet û minetdarî bi bîr tînim. Li hemberî mezinahî û heybeta qehreman û pêşenga jin Bêrîtan bejna  ditewînim.

Şehîd ji bo me pîroz in û em li ser şopa wan ber bi serkeftinê ve dimeşin. Em ê hedef û armancên wan ên ji bo azadiyê û civaka exlaqî û polîtîk teqez pêk bînin. Şehîdên me wê timî di fikir û ramanên me de zindî bin.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button