Pêşengê heqîqî yê doza Apoyî: Nûreddîn Sofî

Azê Dalaho

Dema ez li ser qehreman û fermandarên serdemê yên çiyayî dinivîsim gelekî hestiyar xembar dibim. Mezinahî û heybeta wan li ser min bandor dike û ez hew dikarim xwe îfade bikim. Şehadeta fermandar Nûreddîn Sofî ji bo min zehmet û zor tê. Mijar ne xwe bêhêzdîtin e, lê metirsiya min ew e hevokên layiqî dilêrî û têkoşîna wî nebînim. Ez her di vê têkoşînê de fêr bûme ku şehîdên me divê her dem werin jiyandin. Ev wezîfe jî li ser me hevalên wan ên têkoşînê ne. Çiqasî li ser wan binivîsim jî dizanim li hemberî têkoşîna wan a muezem wê pir kêm be û bi temamî jiyana wan nede nîşandan.

Ew çeleng û dilêr bi ruhekî fedaiyane xebitîn, di nav şertên herî zor û zehmet de berxwedan pêş xistin. Heya kêliya jiyana xwe ya dawiyê ji bo wekhevî û azadiyê xebitîn. Wan mêrxasan ji bo welatê xwe canê xwe feda kirin.

Hevrê Nureddîn Sofî ji bo gelê xwe pêşeng û serkêşekî serbilind û jêhatî bû. Wê timî di fikir û ramanên me de be. Dema ku min cara yekê hevrê û fermandar Nûreddîn Sofî dît ji bo min bû cihê kelecan û baweriyê. Min di hundirê xwe de got ku fermandarê gerîla gelekî bi heybet û jêhatî ye. Hevrê û fermandar Nûreddîn Sofî di hêla fikir û hestên xwe de gelekî dewlemend, bi kelecan û coş bû.

Li her cihê ku fermandar Sofî lê bûya kelecan, coş, hêvî û bawerî hebû. Reng û dengê jiyanê bû. Di nava jiyanê de pir xwezayî bû. Ji biçûk û mezinan re bi hurmet bû, pir ji wan hez dikir. Weke stêrka li asîman her ronahî dida, diteyisî û şewqa xwe dida heval û hevrêyên xwe. Girêdan û hevaltiya hevrê Nûreddîn Sofî ya ji Rêber Apo re her ew zindî dihişt. Weke pêşengê şoreşê timî xwe perwerde dikir, hewl dida ji hevalên ciwan re bibe nimûne, wan perwerde bike da ku ji şoreşê re pêşengiyê bikin.

Hevrê û fermandarê me yê dilêr û çalak qet li cihê xwe nedisekinî. Her dixwest ji heval û şagirtên xwe re pêşengtiyê rast bike.  Hevalê Nûreddîn Sofî weke fermandar gelekî ez perwerde kirim û bi min re westiyaye. Ez pir minetdarê fermandarê xwe Nûreddîn Sofî me. Weke çemekî her herikbar bû. Hewl dida hevalên ciwan bibin wekî wî.

Bi hevalên jin re li ser esasê xeta Apoyî heval û hevrêtiyeke herî pîroz meşand. Weke hevalên jin me  hêz, hêvî û coşa şoreşa mirovatiyê ji fermandar Nûreddîn Sofî digirt. Ligel vê dema hevalên gaziyên şer jî Fermandar Nûreddîn Sofî didîtin pir kêfxweş dibûn. Ji ber dizanîn bi dilekî pak, bi hestên herî xweşik nêzî wan dibe. Her dema dihat cem hevalên gaziyên şer bi wan re mijarên di rojevê de nîqaş dikir, nêrînên wan li ber çavan digirt. Ew ji bo me çavkaniya jiyanê bû. Li hember gel jî dilnizm û bi hurmet bû. Bêguman gel jî pir hurmet didayê û jê hez dikir.

Rêber Apo dibêje “Xweşîkbûn hûnerek e û sosyalîzm jî neçar e wê hûnerê pêk bîne.” Ez jî bi awayekî zelal û bêdudilî dikarim bêjim ku fermandar Nûreddîn Sofî mîmarê xweşîkbûnê bû. Bihîstina şehadeta wî ji bo me tevahî hevalan û gelê me dilşewat bû. Ew pêşengekî heqîqî yê doza Apoyî û rênîşanderê me bû.

Em ê di doza heval û fermandar Nûreddîn Sofî de xwedî israr û îddîa bin. Em soz didin hedef û armancên şehîdên xwe pêk bînin.

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button