Gaziyên şer ji bo perwerdeyê û nirxandina pêvajoyê civiyan

 Di bin banê Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de li Şedadê bi komên dorveger Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk tê xwendin û nirxandin. Ji bo gaziyên şer ên herêma Şehba û Tebqayê jî têkildarî pêvajoyê û faaliyetan civîn hatin lidarxistin..

Gaziyên şer ên Herêma Şedadê di bin banê Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi komên dorveger Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo dixwînin û dinirxînin.

Gaziyên Şedadê yên tevlî perwerdeyê dibin diyar kirin ku bi xwendina Manîfestoya Rêber Apo re asoya xwe ya fikrî pêş dixin û gotin, “Em kêfxweş in ku bi zimanê Erebî em Manîfestoyê dixwînin û dinirxînin. Gelek tiştên girîng di Manîfestoyê de hene. Divê perwerdeyên bi vî awayî zêdetir pêş bikevin.”

Ji bo gaziyên Şehba û Tebqayê civîn

Têkildarî pêvajoyê û faaliyetan bi tevlîbûna rêveberên Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo gaziyên şer ên herêma Şehba û Tebqayê civîn hatin çêkirin.

Civîn bi rêzgirtina ji bo şehîdên azadiyê dest pê kirin.

Di civînan de hate diyarkirin ku herêm bi taybet Sûriye di rewşeke hesas re derbas dibe û ji bo çareserkirina pirsgirêkan rêya herî rast pêşxistina diyalogan a di navbera aliyan de ye. Her wiha der barê êrîşên di demên dawî de nirxandin hatin kirin û hat destnîşankirin ku divê êrîşên li dijî gelan û baweriyan ti carî neyên qebûlkirin.

Hate destnîşankirin ku pêvajoya Rêber Apo ji bo pirsgirêk bi rêyên aştiyane çareser bibin pêş xistiye, li ser tevahiya herêmê bandoreke erênî çêkiriye.

Gaziyên şer ên piştî nirxandina rewşa siyasî mafê axaftinê wergirtin, têkildarî kar û xebatên xwe axivîn. Gaziyan destnîşan kirin ku ji bo parastina nirxên bi Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ava bûne, biparêzin û zêdetir pêş bixin wê xebatên xwe bidomînin.

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button