Gelên Sûriyeyê dixwazin bi awayekî azad û wekhev bijîn

Gaziyê şer Mazlûm Efrîn anî ziman ku Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di pêvajoyeke wiha de pir girîng bû û got, “Vê konferansê nîşanî hemû cîhanê da ku gelên Bakur û Rojhilatê û Sûriyeyê, her wiha gel û baweriyên cuda yên li tevahiya Sûriyeyê dixwazin bi rengekî wekhev û azad bijîn.”
Bajarê Hesekê 8`ê Tebaxê malovanî ji kombûneke dîrokî ya bi navê Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Konferans bi tevlîbûna nêzî 500 nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, saziyên siyasî, leşkerî û ewlehî û nûnerên ji pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk hat.
Gaziyê şer Mazlûm Efrîn têkildarî Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nêrînên xwe anîn ziman.
Mazlûm Efrîn destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de lidarxistina konferansê pir girîng e û got, “Sûriye di pêvajoyeke pir hesas re derbas dibe. Li gelek deveran li hember xelkê Elewî û herî dawî li Siwêdayê li ser civaka Durzî êrîşên hovane pêk hatin. Kesên xêrnexwaz timî dixwazin li Sûriyeyê fitne û xerabiyan pêş bixin. Lê belê Konferansa Yekrêziya Pêkhateyan nîşan da ku gel û baweriyên li Sûriyeyê wê li hember van xerabiyan yekîtiya xwe xurttir bikin.”
Gaziyê şer Mazlûm anî ziman ku Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo tevahiya Sûriyeyê dibe mînakeke herî baş û wiha axivî, “Vê konferansê nîşanî hemû cîhanê da ku gelên Bakur û Rojhilatê û Siûriyeyê, her wiha gel û baweriyên cuda yên li tevahiya Sûriyeyê dixwazin bi rengekî wekhev û azad bijîn. Di konferansê de yek ji tişta herî berbiçav ew bû ku pirsgirêkên li Sûriyeyê ne bi şer û pevçûnan, bi qebûlkirina îradeya hemû gelan û baweriyan dikarin werin çareserkirin.”
Gaziyê şer Mazlûm di dewama axaftina xwe de jî bal kişand ser pêngava ji hêla Rêber Apo ve hatiye pêşxistin û got, “Pêngava bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo dest pê kir, tevî li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, bandoreke erênî li ser herêma me jî kiriye. Rêbertiya me timî alîgirê aştiyê ye. Bi salan e ji bo hemû gel bi awayekî azad û wekhev pêkve bijîn di nav têkoşînê de ye. Bi vê wesîleyê em Rêbertiya xwe jî silav dikin.”
Gaziyê şer Mazlûm Efrîn axaftina xwe bi van hevokan bi dawî kir, “Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi xwîna bi hezaran hevalên şehîd, bi berdêlên giran ên hevrêyên me yên gaziyên şer û bi keda gelên me û ya jinên azadîxwaz ava bû û pêş ket. Em ê şoreşa xwe û nirxên wê heya dawiyê biparêzin.”