Xweparastin dikare rê li ber êrîşan bigire
Arîn Koçer

Di serî de em komkujiya 3’yê Tebaxê 2014’an a li ser civaka Êzidî hat meşandin şermezar dikin. Ew êrîş û komkujiyeke herî hov a mirovatiyê bû. Dagirker û çeteyan armanc dikirin ku xelkê me yê Êzidî tine bikin. Jin, zarok û kalemêrên nedikarîn xwe bigihînin çiya, rastî komkujiyên hovane hatin.
Di pêvajoya wan êrîş û komkujiyan de xiyaneta hêzên PDK’ê’ wê ti carî ji hafizeya Kurdan dernekeve û di rûpelên dîrokê de wê timî weke nuqteyeke reş bimîne. Wê ew xiyanet ti carî neyê jibîrkirin.
Gerîlayên çiyayên azad û şervanên azadîxwaz ên YPG ê û YPJ’ê erkên xwe yên mirovî bi cih anîn û li hemberî van çeteyên hov ên ti nirxên exlaqî û mirovî nas nakin, têkoşîneke bêhempa pêş xistin. Çeteyên DAÎŞ’ê li hember gerîlayên pêlavsor û jinên têkoşer ên xwedî keziyên hûnandî lerizîn, di nav tirs û xofa xwe de têk çûn. Gerîla û şervanên azadiyê dîrok bi berxwedaniya xwe nivîsandin û ji bo tevahiya gelan bûn hêviya jiyana azad û wekhev.
Bêguman xwedîderketina li xelkê Şengalê xwedîderketina hemû gelên cîhanê ye. Dîsa xwedîderketina li jinên Şengalê jî tê wateya xwedîderketina li hemû jinên cîhanê ye. Komkujî û êrîşên hatin serê jinên Şengalî, îro bi destê çeteyên DAÎŞ’ê û HTŞ’ê li ser gelê Elewî û Siwêdayê tên meşandin. Helbet li pişt wan êrîş û komkujiyan dewletên dagirker û hegemon hene. Li hember wan hemû êrîşan divê jin û civak xwedî li hebûn û îradeya xwe ya azad derkevin. Divê jin zanibin heya xwe bi rêxistin nekin, wê nikaribin ne xwe, ne jî civaka xwe biparêzin. Lewma li ser esasê zanebûna ku jin pêşenga civakê ye û bê jin jiyan nabe, divê em bi kar û barên xwe yên dîrokî rabin. Tenê xweparastin dikare rê li ber êrîş û komkujiyan bigire.
Xelkê me yê Êzidî piştî rizgarkirina Şengalê xwe li ser esasê fikir û ramanên Rêber Apo di aliyê xwerêvebirin û xweparastinê de rêxistin dike. Bi taybetî jî jinên Êzidî di vî alî de xwe pir pêş dixin. Ev cihê serbilindiyê ye. Pêwîst e jinên Elewî û Siwêdayî jî jinên Êzîdxanê ji xwe re weke mînak bigirin û xwe bi rêxistin bikin.
Banga Rêber Apo ya Aştî û Civaka Demokratîk ya 27’ê Sibatê ji bo hemû mirovahiyê, bûye ronahiya pêşeroja hemû azadîxwazan û ji tevahî gelên cîhanê re bûye derman. Bi taybet weke jin ji bo em karibin bi rengekî azad bijîn û bi xwe re hemû gelan azad bikin, divê em vê banga Rêbertî pir baş fêm bikin. Pêwîst e herî zêde em xwedî li vê banga pîroz derkevin û bi her awayî xwe berpirsiyarê vê pêvajoyê bibîn.