Gaziyên şer: Em ê nirxên xwe biparêzin

Yek ji gaziyê şer Hebûn Can ê di koma perwerdeyê de cih digire got, “Hemû destketiyên me yên şoreşê bi saya ked û berxwedana şehîdan û xwîna wan a pîroz çêbûne. Di heman demê de fedakariya gaziyên şer û gelê me yê berxwedêr jî zêde ye.”

Gaziyên şer ên herêma Hesekê di bin banê Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de li ser esasê parêznameyên Rêber Apo bi komî perwerdeyê dibînin.

Gaziyê şer Hebûn Can ê têkiladarî mijarê nêrînên xwe anî ziman diyar kir ku bi perwerdeya li ser esasê parêznameyên Rêber Apo xwe di aliyê fikrî û bîrdozî de pêş dixin û got, “Me îro têkildarî nirxên maddî û manewî perwerde dît. Nirxên me yên şoreşê bi fikir û felsefeya Rêbertî  hatine avakirin, pir pîroz in. Hemû destketiyên me yên şoreşê bi saya ked û berxwedana şehîdan û xwîna wan a pîroz çêbûne. Di heman demê de fedakariya gaziyên şer û gelê me yê berxwedêr jî zêde ye.  Em ê heta dawiyê nirxên xwe biparêzin û xwedî li wan derkevin.”

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button