Em ê erka dikeve ser milên me pêk bînin

Gaziya şer Axîn Kobanê diyar kir ku ji bo ti destên qirêj û kirêt negihîjin welatê wan li kêleka heval û hevrêyên xwe têkoşîn meşand û got, “Em ê ji niha û şûn ve jî erka dikeve ser milên me pêk bînin.”
Di nav Tevgera Azadiya Kurdistan de gelek egîd û leheng bi jiyan, kesayet, danûstendin û têkoşîna pêş dixin, ji bo pêşeroja azad a gelan, dibin mînak.
Di şerekî ku heta roja îro ti nimûneyên wê nehatine dîtin de şervanên azadiyê li hemberî dagirkeriyê û çeteyan ji bo parastina rûmeta gel û xaka xwe têkoşiyan. Ev şer û berxwedan li Kobanêya Rojavayê Kurdistanê li hemberî çeteyên DAÎŞ’ê yên dagirkeran bi her awayî piştgiriya wan dikirin pêk hat.
Şervanên YPG-YPJ’ê yên xwe bi bîrdozî û felsefeya Rêber Apo gurçûpêç kiribûn, bêteredut ji bo parastina rûmeta gel û xaka xwe di çeperên berxwedanê de cih girtin. Ev berxwedana li Kobanê, li tevahiya cîhanê deng veda.
Di wê berxwedana dîrokî de gelek lehengên hêja gihiştin şehadetê û birîndar bûn. Axîn Kobanê jî di berxwedana Kobanê de birîndar dibe û dibe yek ji gaziyên şer.
Axîn diyar dike ku ew 2013’yan ji bo gel û welatê xwe biparêze tevlî nav refên YPJ’ê bûye û 2014’an di berxwedana Kobanê ya li hember çeteyên DAÎŞ’ê de cih girtiye.
Axîn tevî lingekî xwe winda kiriye jî kar û xebatên şoreşê bi moral û wêrekiyeke mezin dimeşîne. Bêguman gazîtî di nav Tevgera Azadiyê de xwedî cihekî pir pîroz e. Rêber Apo gaziyan weke “şehîdên dijîn” ku pênase dike, dibêje, “Milek, destek, çavek çûye, hûn ê bi yên din baştir bikin. Heta hûn ê telafî bikin. Qabîliyeta mirov ji vê re musaît e. Em ji hevalên me yên di vê saziyê de ne jî vê hêvî dikin.”
Axîn Kobanê li ser vî esasî dibêje, “Ji bo ti destên qirêj û kirêt negihîjin welatê me, weke jineke şoreşger min li kêleka heval û hevrêyên xwe têkoşîn meşand. Em ê ji niha û şûn ve jî erka dikeve ser milên me pêk bînin.”
Gaziya şer Axîn a di fikir û ramanên Rêbertiyê de her roj xwe bêhtir kûr dike, anî ziman ku ew ji bo şehîdan, Rêbertî, gel û xaka xwe çi bikin jî kêm e. Axînê destnîşan kir ku ew têkildarî pêşerojê pir bi hêvî ye û ji bo parastina destketiyên şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê weke gaziyên şer wê her di refên pêş de têkoşîna xwe bidomînin.