Xwedawenda bedew a çiyayên azad: Nûda Karker

Asya Weşûkanî 

Dema navê Nûda tê gotin ferîşte û xwedawendên dîrokî û resen têne bîra mirovan. Wiha ji dilê mirov tê ku ji wê milyaketê re secde bike. Gelek ferîşte û xwedawendên weke Nûda Karker li ser xaka pîroz a Kurdistanê derketin. Ji şoreşa hemdemî ya gelê Kurd re pêşengtî kirin û gihiştin asta pîroziyê. Heval û fermandar Nûda ji bo me pêşeng û serkêş bû. Dema min hevrê û fermandar Nûda Karker dît beriya her tiştî şirove û nirxandinên Rêber Apo hatin bîra min. Dema fermandar û xwedawend Nûda li akademiya kadro ya li Şamê ye, hevalên di perwerdeyê de li ser kesayeta wê dahûrandinan dikin. Rêber Apo jî wê kêliyê li wir e. Rêber Apo jî kesayeta fermandar Nûda digire, dest û dinirxîne.

Rêbertî ji bo heval Nûda dibêje: “Kesayeta te weke ferîşteyekê ye, lê teqez divê tu zanibî ku ferîşte tê wateya mulayim, belengaz û bêdeng.” Dema mirov wan dahûrandinan dixwîne wê mirov dibîne bê Rêber Apo çiqasî qîmet dida heval Nûda û hêviyên ji fermandareke leşgerî û bi hêz çiqasî mezin in. Rêber Apo pir bi jinên pêşengên şoreşê re westiyaye û kedeke mezin daye. Ji bo jinên zekî û fêmdar karibin pêşengtiya şoreşê bikin Rêber Apo kedeke bêhempa daye. Hîna jî wê tekoşînê bi kelecaneke pir mezin dide.

Fermandar û serkêş Nûda xwedî kesayeteke zana û jîr û jêhatî bû. Dema mirov li çavên qehreman Nûda temaşe dikir, mirov didît ku dilekî xwe yê weke deryayan fireh û mihrîban heye. Sifetên wê yên xwezayî pir li pêş bûn. Fermandara delal û bedew gelekî narîn û wêrek bû. Dilêriya şehîd Nûda, dilê wê yê pak û weke deryayekê zelal wê hîn zêdetir da hezkirin û derxist asta xwedawendiyê. Ew xwedawendên bi heybet û vîndar ku dikarîn hem xwe û hem jî zayenda xwe biparêzin û pêş bixin. Qehreman Nûda her dem di nava heval û hogirên xwe de nimûne bûye. Fermandareke ji xwe bawer û şerker bû.

Mirov dikare bibêje ku şehîd Nûda li gorî nav û dengê xwe derket û weke Rêber Apo jêre got, ferîşte milyaket, bi rastî jî leheng Nûda weke milyaketekê bû. Wexta pêwîst dikir jî qehreman Nûda pir hişk bû. Qet çavên xwe ji kêmasiyan re nedigirt, xwedî sekneke rêxistinî bû.

Şêrejina Kurd û keça bajarê dîrokî Elbak a Wanê Nûda her weke çavkaniyeke pir zelal û herikbar bû. Çeleng Nûda di nava jiyanê de pir bi tevger bû. Qet li cihê xwe ranediwestiya, karkereke serkeftî ya şoreşa mirovahiyê bû. Jineke fedakar û xwedî înîsiyatîf bû. Şehîd Nûda her weke jineke cewherî û ferîşteyan ma. Ji dil û can têkoşîn kir û herî zêde jî dixwest ku here Bakurê Kurdistanê, li Botana Egîdan têkoşîn bike.

Piştî israreke dijwar derbasî herêma Botanê dibe. Li geliyê Hêzilê, li gundê Mihriyê ku gundekî vala yê xelkên Suryan ye, di zivistanê de dijmin operasyonekê pêk tîne. Nîsana 2008’an Qehreman Nûda tevî leheng Kûrtay Feraşîn, bi qehremanî li ber xwe didin û piştî şerekî dijwar digihijin şehadetê. Beriya wî şerî bi çend mehan hatibû gotin ku fermandar Nûda şehîd bûye. Hinek hevala têkildarî heval Nûda nivîs jî nivîsandibûn. Piştre dema hevala Nûda bi hevalan re li ser bêtêlê xeber da, gelekî kelecan girtibû û gotibû, “Min meraq kiriye. We li ser min û şehadeta min çi nivisandiye.”

Niha jî ez dibêjim xwezî fermandar Nûda li cem me bûya nivîsên min li ser wê nivîsandine xwendiba. Bi rastî hevala Nûda gelekî hêja û giranbiha ye. Tevahî hevalan pir jê hez dikir û qîmet didanê. Rêber Apo gelekî nirx didayê. Wexta bihîst ku hevala Nûda çûye Botanê û şehîd bûye pir hêrs bûye û gotibû, “Diviyabû, ew xwedawend hatiba parastin.” Qehreman Nûda bi rastî xwedawend bû. Piştî şehadeta fermandar Nûda gelek ciwanên jin ên beşdarî nava gerîla bûn navê xwe kirin Nûda, çeka wê li erdê nehiştin û tola wê rakirin. Bi rastî şehadeta fermandar û çeleng Nûda Karker ji bo Tevgera Jinên Kurdistanê wendahiyeke pir mezin bû.

Bi vê wesîleyê ez careke din bi hurmet û minetdarî xwedawend û ferîşteya çiyayî bi bîr tînim û bejna xwe li hemberî bîranîna wê û tevahî şehîdên qehreman ditewînim. Soza xwe ya ji wan re nû dikim. Wê têkoşîna me ji berê hîn zêdetir xurt bibe. Em ê hedef û armancên wan şehîdên xwe pêk bînin.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button