Nameya Rojîna Biçûk a ji Rêbertî re

“Rêberê min ez jî weke tevahî zarokên Kurdistanê gelekî ji te hez dikim. Min bêriya te kiriye û ez ji Yezdanê dilovan hêvî dikim hûn zû, ne dereng ji wê giravê derkevin û werin mala me. Em hemû li dora we bicivin û derdê xwe ji we re bibêjin.

Rêberê min, em jî rastî zilmê hatin û ji warê xwe Efrînê derketin. Niha jî em di bin konan di nav şert û mercên zehmet de dijîn.

Rêberê min 27 sal in hûn di nav çar dîwaran de hewl didin gelê Kurd û hemû mirovan ji zilmê rizgar bikin. Em jî bi çalakiyan dixwazin we ji nava wê giravê xelas bikin û azadiya we ya fizîkî pêk bînin.

Rêberê min, me helbesta we ji me re şandibû xwend. Ez gelekî kêfxweş bûm û min ji zarokên hevalên xwe re jî got, ‘Rêber Apo gelekî ji me hez dike. Piştî çûye Girava Îmraliyê qet zarokên pir ji wan hez dike nedîtine.’ Lê piştre em pê hisiyan ku 7’ê Hezîranê roja duyem a cejnê du zarok hatine cem we. Ez gelekî kêfxweş bûm.

Ez jî bi hêvî me werim cem we. Bi we re sohbet bikim. Rêberê min xwezî ez jî yek ji wan zarokên hatibûn cem we bûma.

Rêberê min em di çalakî û xwepêşandanan de wêneyê we bilind dikin û ji bo we dirûşman qîr dikin. Ez ji bajarê Tebqa yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê silav û hezkirinên xwe ji we û hevalên li cem we re dişînim. Bi xatirê we Rêberê min. Bi hêviya di rojên azad de em hevdu bibînin.”

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button