Roja dayikan pîroz be

Asya Weşûkanî

Her sal di hefteya duyem a meha Gulanê Roja Dayikan tê pîrozkirin. Ez vê roja bi wate li tevahî dayikên giranbiha, dayikên şehîdan pîroz dikim û dibêjim: “Weke dayik hûn ji bo me bi qîmet in.” Bêguman divê şaş neyê fêmkirin û wiha neyê fikirîn ku em qîmetê dayikên dinyayê nizanin û em wan îhmal dikin. Ez dibêjim pêwîst e were zanîn ku hurmet û hezkirina me ya ji jin û dayikan re pir cuda ye. Em ji Rêber Apo fêr bûne ku dîroka dayikbûnê ji serdema beriya civaka xwezayî tê û her derfeta ku îro di destê me de heye berhema keda dayikan a bêhempa ye. Em bi xwe jî bi keda dayikên welatparêz delal hene û qet em berhema keda wan înkar nakin, li hemberî wan bi hurmet û minetdar in.

Gelek dayikên me hene ku yek, du, sê û çar zarokên xwe jî fedayî Rêber Apo û Kurdistanê kirine û bi xwe jî jiyana xwe weke mûman roj bi roj dihelînin û feda dikin. Ew dayikên pîroz, ronahiya çavên me ne û hêja ne em canê xwe jî fedayî wan bikin, wan deynin ser, ser û çavên xwe. Lê mixabin hemû dayikên me di heman astê de kar û xebatên ji welatparêzan tê payîn nakin. Divê dayikên me yên wiha demildest dev ji wê rewşa xwe ya neyînî berdin, erka xwe ya welatparêziyê pêk bînin û zanibin seknên wer şoreşa me, dereng dixe.

Hewce ye ew dayik zanibin ku bi dûrxistina zarok û neviyên xwe ji Tevgera Azadiyê û xebatên şoreşê wê nikaribin wan biparêzin û saxlem bigirin. Ji ber li tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji derveyî me û dagirkeran ti kes tineye. Yan wê zarokên wan beşdarî me bibin yan jî beşdarî xerabiyê bibin. Ew jî bila ji xwe re ji van her du rêyan yekê hilbijêrin. Dîsa gelek ciwanên me têne xerabkirin, di temenekî pir biçûk de tên zewicandin û di demeke pir kurt de hevdu berdidin. Jiyan li wan reş dibe. Naxwe herî baş jî ew e ku beşdarî kar û xebatê şoreşê bibin, zû welatê xwe, rizgar bikin, ji bo jiyaneke wekhev û azad ji nifşê nû re çêbikin da ku ew jî di nav aramî û xweşiyê de bijîn.

Careke din bang li jin û ciwanan dikim ku guh nedin jiyana ji rêzê û vala. Berê xwe bidin rêya xelasiyê û jiyana azad. Ez di şexsê Dayê Ûveyş dayika Rêber Apo de vê rojê li tevahî dayikên şehîdan pîroz dikim û dibêjim: “Em soz didin ku em ê tola şehîdên xwe rakin û miraza dilê wan a welatekî serbixwe û azad ava bikin. Em ê jiyaneke wekhev û azad ji bo dayikan ava bikin.”

 

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button