‘Konferans ji bo pêşeroja gelan girîng e’

Gaziyê şer Ridvan Qamişlo yê li ser navê Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê weke delege beşdarî Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurd li Rojavayê Kurdistanê bû got, “Konferans ji bo pêşeroja gelê Kurd û gelên herêmê gaveke girîng e.”

Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê li Parka Azadî ya li bajarê Qamişloyê 26’ê Nîsanê pêk hat. Ji her çar parçeyên Kurdistanê, derveyî welat û deverên cuda yên Sûriyeyê, nûnerên partiyan, hêzên Kurdî û Kurdistanî zêdetirî 400 delege û mêvan beşdarî konferansê bûn.

Gaziyê şer Ridvan Qamişlo yê li ser navê Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (FGBRS) beşdarî konferansê bû, têkildarî mijarê nêrînên xwe anîn ziman.

Ridvan Qamişlo anî ziman ku ji bo konferanseke wiha ya bi salan bû weke gel bi hesreta wê ne pêk hatiye kêfxweşin û got, “Em li ser navê Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevlî konferansê bûn. Di heman demê de li ser navê gaziyên şer me peyama xwe pêşkeşî dîwana konferansê kir. Ji gelek deveran kesayetên hêja hatibûn. Ji Bakur û Başûrê Kurdistanê, dîsa ji Şamê jî mêvan hatibûn. Atmosfereke pir bi coş û heyecan hebû. Di axaftin û nêrînên hatin parvekirin de îşaret girîngiya yekîtiya gelê Kurd ê li Rojavayê Kurdistanê hat kirin.”

Gaziyê şer Ridvan Qamişlo destnîşan kir ku di konferasê gelek xalên ji bo mafê gelê Kurd û gelên herêmê di Sûriyeya nû de bên misogerkirin hebûn û tevahiya delege li ser wan xalan xwedî heman fikrê bûn. Ridvan Qamişlo wiha dewam kir, “Belgeya lihevkirinê ya ji 13 xalan hat xwendin. Piştre jî têkildarî xalan nîqaş û nirxandin çêbûn. Nirxandin pir bi wate û erênî bûn.”

Endamê FGBRS’ê û gaziyê şer Ridvan Qamişlo di dawiyê de jî got, “Em weke hevalên gazî careke din Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurd li Rojavayê Kurdistanê ji dil û can pîroz dikin. Bi saya keda bi hezaran şehîdan û Rêber Apo şoreşa Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ava bû. Em ê heya dawiyê destketiyên gelên xwe biparêzin. Konferans ji bo pêşeroja gelê Kurd û gelên herêmê gaveke pir girîng bû. Em bawer in wê ev konferans bibe avakirina bingehê yekîtiya Kurdan a li her çar parçeyên Kurdistanê û pêkve jiyana hemû gelan.”

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button