Wêjevana şoreşger
Azadî Helebce

Hevaltiya rast a di nav Tevgera Azadiya Kurdistanê PKK’ê de çiyayan hêşîn dihêle, germahî û xweşikahiyê dide xwezayê, berf û baranê. Ji kaniyên xwe avê dide gerîlayên azadiyê. Hemû êş û zehmetiyan dide jibîrkirin.
Her çendî em bi hev re bijîn, zehmetî û kêfxweşiyan parve bikin û her çiqasî ew pêvajoyên bi hev re kurt an dirêj bin, wexta zîlên xatirxwestine lê didin ew kêlî dibin kêliyên herî bi êş û jan. Mîna tîran dilan parçe dike û bagerên qerisî li rûyan didin.
Gerîlaya azadiyê hevala Warbîn a ji bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bibû, tevî zêde neçûbû dibistanê jî nivîsên wê û têgihiştina wê ya di wêjeyê de ez ber bi xwe ve dikişandim.
Ev dide diyarkirin ku her kesa û kesê di nav refên PKK’ê de bijî û têkoşîn bike, di demeke kurt de dikare bi wêjevan û lêkolerên herî mezin re bikeve nav pêşbaziyê.
Sedema wê jî ew e ku gerîlayên azadiyê rastiyê dijîn û tişta hîs dikin dijîn. Ji bo xemilandina helbestên xwe li hevok û peyvên xemilandî nagerin. Ji ber xweşikiyê hîs dikin û dibînin li ser lênûsa xwe ya mutewazî hestên xwe diherikînin.
Hevala Warbîn her bihosteke ji axa Kurdistanê ji bo xwe kir welat. Her zinarek jî jêre bibû palek û pişta xwe dida wan. Li wan çiyayên bi heybet hênaseyên azadiyê dikişand hinavê xwe.
Reyhan û nêrgiz ji deştên Rojava û kolanên Şamê heya daristanên Başûr, lûtkeya çiyayê Gabar û Botanê çandin.
Hevrê, gerîla û şoreşgera wêjevan Warbîn Herekol (Meryem Selmo) bi salan li çiyayên azad ji bo parastina rûmeta gelê xwe têkoşîneke bêhempa meşand.
Hevala Warbîn Adara 2016’an di berxwedana bajaran a li Bakurê Kurdistanê li warê leheng û qehremanên Apoyî Hezexê tevlî karwanê nemirên Kurdistanê bû.
Îro bi sedan şervan û gerîlayên jin ji bo hêvî û xeyalên Warbînan bînin cih di nav berxwedan û têkoşîneke ji tevahî jin û gelan re bûye îlham de ne. Em jî weke hevrêyên wan ên têkoşînê soz didin ala şehîdên xwe her tim li ba bikin û têkoşîna wan bi serketineke herî bilind tacîdar bikin.