Em berxwedana gel û gaziyên şer silav dikin
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi rojan e gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser bendava Tişrînê ya navê Bendava Şehîdan lê hatiye kirin di nav berxwedaneke herî bi rûmet de ne. Ev berxwedan niha meheke xwe tijî dike. Vîna mirovahiyê li ser Bendava Şehîdan tê temsîlkirin û roj bi roj gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi awayekî dorveger berê xwe didin bendavê û tevlî nobeta li wir dibin. Gelek welatparêz dubare dubare di nav komên diçin bendavê de cihê xwe digirin. Jixwe hinek kesên destpêkê bi fikar û tirs bûn jî li ser wê bendava rûmetê bi xwe bawer dibin, cesaret û wêrek dibin. Li dijî êrîşên qirker ên çeteyên dewleta Tirk li ber xwe didin. Li hember êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ku yekser mirovên sivîl dikin hedef, hêrs û kîna gel zêdetir dibe. Jixwe tevahî welêt di nava şer û gengeşeyên pir mezin de ye û rojane bi çavên xwe dibînin ku dewleta Tirk çawa li hemberî jin, zarok û tevahî civakê şerekî tundrew û bêrehm pêk tîne. Di encama şerê heyî yê mehekê de gelek windahî hene û ji niha û şûn ve jî dibe ku windahî çêbibin. Lê ya girîng ew e, em di berxwedan û têkoşîna xwe de bi israr bin û bigihînin serkeftinê.
Dayika kedkar û bi rûmet dayika jina têkoşer û şehîda çeleng Hevrîn Xelef bi dilekî bi şewat bertekek bi hêrs bi rêya ragihandinê daye diyarkirin ku qatilên keça wê Hevrîn di nava kongreya li Şamê de hazir bûne. Dayika me ya hêja destnîşan kir ew qet qebûl nakin ku qatilên zarokên me werin ser desthilata welat û li pêş çavên me herin û werin. Em jî weke gaziyên jin tevlî dayika xwe ya bi rûmet dibin û dibêjin, divê civak, sazî û dadgehên navneteweyî bi rola xwe rabin, hesab ji serçeteyên destbixwîn were pirsîn. Pêwîst e di pêşeroja Sûriyeyê de cih ji kesên li hember mirovatiyê sûc kirine nebe. Wê kes nikaribe bûyerên wan serçeteyan binixumîne.
Li gel me Kurdan dibêjn ku rim di çewalan de nayê veşartin û çavên xelkê nayê girêdan. Bi rastî dayikên me yên Kurd û Ereb gelekî wêrek û bi vîn in. Yadê Edlê bi wêrekî tiliya xwe ji hêzên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê re dihejîne û dibêje, “Em ji mirinê natirsin!..” Ev rastiyeke ku nîqaş li ser nayê kirin. Dayikên me ji mirinê natirsin û li ber xwe didin. Yadê Edlê ya têkoşer di çalakiya li ser bendavê de dema birîndar dibe qet nahêle hevalên wê yên li cem pê bihisin û piştî ji ser Bendava Şehîdan vedigere malê ji dayikên li derdora xwe re dibêje ku birîndar bûye. Tevahî xelkên diçin ser bendavê bi wêrekî li ber xwe didin, meydanê li dijmin dixwînin û di berxwedanê de bi israr in. Tê gotin ku eger gel bixwazin azad bijîn, wê têkoşîn bikin, qedera wan jî dê li hev were û serketinê bi dest bixin.
Gelên Sûriyeyê jî biryara têkoşîn û berxwedanê dane û wê ji sedî sed serketinê bi dest bixin. Jixwe tirsa me ji mirinê tineye û em dibêjin ku bila mirin hebe, lê koletî nebe. Bi rastî mirinek bi serbilindî hezar carî ji jiyanek bêrûmet û kole baştir e. Bêguman hêza berxwedan û têkoşîna gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çavkaniya xwe ji bîr, bawerî û fikrên azad ên Rêber Apo digire. Gel îro wan ezmûnan li ser zemînê heyî pratîze dikin. Xelkên çalakvan ên evîndarên azadiyê ne îlhama xwe ji berxwedan û têkoşîna Rêber Apo ya li Girava Îmraliyê digirin. Gelê Kurd tevî gelê Ereb, Suryan û Ermen pêkve li hember dagirkerî û êrîşan li ber xwe didin.
Gelan çawa bi hev re li hemberî çeteyên hov û dirinde yên DAIŞ’ê şer kirin, bi heman biryardariyê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê jî di nav berxwedanê de ne. Di pêvajoya şerê 11 salan ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, 11 hezar şehîd hate dayîn û 20 hezar jî birîndar û gazî hene. Bi hezaran xelkên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ser mal û milkên xwe hatin dûrxistin û li ser xaka xwe ya dayik hatin koçberkirin. Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek wargehên koçberên şer hene û yên nû li ser wan zêde dibin. Gelek wargeh bûne weke gundan. Di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ’ê de ji xelkê herêma Dêrezorê bigirin dest û heya Cerablûs, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî mirov bi darê zorê ji warên xwe hatin koçberkirin û tên koçberkirin. Bi rastî jî wijdanê mirovan neheqî û zilma li ser xelkê Efrînê û tevahî xelkên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê sepandin êdî hew tehemûl dike.
Di dawiyê de em tevahî gelên Sûriyeyê yên têkoşer û azadîxwaz silav dikin û berxwedana wan pîroz dikin. Bi taybetî em gelên xwe yên çalakvan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hurmet silav dikin û çalakiyên wan pîroz dikin. Her wiha em ji malbatên şehîdan re dibêjin serê we sax be û ji birîndaran re şîfaya lezgîn dixwazin. Bi vê wesîleyê em ji tevahî gaziyên berxwedêr re jî serketinê dixwazin û dibêjin, bijî ji were hevrêyên Rêbertî ew weke şehîdên dijîn terîf kirine. Pêwîst e bi taybet di vê pêvajoya girîng de weke tevahî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em hişyar bin, xaka xwe, destketiyên xwe, şoreşa jinê biparêzin û ala şehîdên xwe her tim bilind bikin.
Gaziyên Jin ên Bakurê û Rojhilatê Sûriyeyê