‘Ti hêz nikare berhema şoreşa jinê têk bibe’
Ji Raya Giştî û Çapemeniyê re
Careke din em teqez dikin ku ti hêz nikare têkoşîn û berxwedana jinên wêrek û fedaî bin pê bike. Her wiha wê kes nikaribe hişmendiya xwe ya feodal û tundrew li ser jinên têkoşer û berxwedêr ferz bike. Pêwîst e were zanîn ku ti hêz nikare jinên hatine serwextkirin û xwe bi rêxistin kirine zevt bike. Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hemû rengên xwe, tevî hemû beşên civakê berxwedanek bêhempa dane û hîn jî wê berxwedanê dimeşînin. Bi taybet jî jinên şoreşger yên YPJ’ê ku di meydanên şer û cengê de destanên qehremaniyê dinivîsin ew nîşanî hemû cîhanê dane. Berhemên şoreşa Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wer hesanî nehatine avakirin. Tevahî cîhanê jî şahidî ji berxwedanê re kir. Jinên têkoşer li vê ked û berxwedana jinên Rojava û Sûriyeyê xwedî derketin û piştgiriya xwe ji wan re dan nîşan dan.
Her kes dizane ku pêşengên şoreşa Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jin bûn û wê ev her wer dewam bike. Jinên tevahî Sûriyeyê xwe li ser wê mîrateya jinan bi rêxistin kirin û pergala xwe ya xweser a civakê bi rêxistin kirin. Rêveberiya xweser bi pêşengtî û wekheviya jinan pergala xwe dimeşîne û ji civakan re bûye nimûneyeke herî muezem. Jinan di her warê jiyanê de xwe bi rêxistin kirin û di refên herî pêş ên şer û jiyanê de cih girtin, rol û mîsyona pêşengtiyê bi serbilindî pêk anîn. Weke gaziyên jin em soz didin ku em ê berhemên şoreşê bi canê xwe biparêzin. Li hemberî her nêzîkatiyên paşverû bisekinin û wan red bikin. Em di azadiyê de bi israr in û dibêjin ku em ê ti astengî û sînoran nas nekin.
Qet em ê destûr nedin ked û berxwedana jinên kezîsor û gûlîreş vala biçe. Em ê mîrateya wan a bi salan bi xwîna xwe biparêzin. Em qet rê nadin ked û berxwedana şêrejinên fedayî heder biçe. Em ê nehêlin kesên nediyar e ji ku derê hatine wer bi erzanî ji destketiyên şoreşê re sînoran deynin. Lê mixabin û sed mixabin jina bi navê Eyşe Eldibs a li Şamê ji bo Ofîsa Karên Jinan hatiye tayînkirin, ji xewa Ehlî elkehf şiyar bûye û qala pîvanên serdema cahiliyê ji jinan re dike û xwe ji bîr ve kiriye ku em di çi serdemê de dijîn. Diyar e Eyşe Eldibs bi hişmendiya mêrê desthilatdar hatiye mezinkirin û lewma behsa paşverûtiya feodalî dike. Teqez haya Eyşe Eldibs ji şer û berxwedana jinên qehreman ên li hember hêzên herî tundrew ên weke DAIŞ’ê şer kirine û destanên lehengiyê ava dikin nîne. Mirov ji bo wê jinê dikare bibêje ku tenê di aliyê fizîkî de jin e.
Em di vê mijarê de ji bo Eyşe Eldibs xanim dibêjin ku biçe, dîroka jinan lêkolîn bike û zanibe bê ka jinan di van 13 salan de li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çawa xwe parastine, li dijî hêzên hov û dirinde çawa têkoşîn kirine. Ew jinên leheng û fedaî yên weke Arîn Mîrkan, Avesta Xabûr, Barîn Kobanê, Rûsyar, Zehra Penaber, Leyla û Rêvanan çawa şer kirin û xwe di nava neyaran de teqandin. Ew in jinên parêzvanên rûmeta jinan û ji bilî wan bila ti kes xwe neke xwediyê jinan. Teqez wê Eyşe Eldibs li şûna jinan neçe dojehê û berê jinan ber bi koletiyê ve nekişîne. Em ê jinan bi canê xwe biparêzin, azad bikin û bila Eyşe Eldibs jî xwe ji çeteyên destdirêjiyê li ser zarok û jinan dikin biparêze. Naxwe dibe ku çeteyên li derdora wê jî bibin sersedema ku koletiyeke hîn girantir bijî.
Em weke gaziyên jin ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê careke din teqez dikin ku em ê nehêlin kes destê xwe dirêjî keda jinan a bi salan bike. Bila her kes vê zanibe û şahidiya wê bike.
Gaziyên Jin ên Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
02.01.2025