Em hevalê xwe Mustefa bi rêzdarî bi bîr tînin

 

Yek gaziyê şer ê ji Dêrezorê hevalê me Mustefa Mûsa Şemalî yê demeke dirêj e ji ber birînên xwe tedawî didît li Şamê gihişt şehadetê. Em hevalê xwe Mustefa bi rêz û hurmet bi bîr tînin. Ji tevahî malbat û xizmên wî û hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re sersaxiyê dixwazin.

Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya bi fikir û ramanên Rêber Apo ava bû û pêş dikeve, ji bo hemû gelan bûye hêviya azadî û wekheviyê.

Di roja me ya îro de bi paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê re gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hemberî hemû sîstem û pergalên wan tine dihesibînin, dengê xwe bilind dikin û sîstema xwe ya modernîteya demokratîk a hemû gel û pêkhateyan digire nav xwe ava dikin.

Li ser vî esasî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ciwanên ji pêkhateyên cuda tevlî nav refên şoreşê dibin. Yek ji wan heval û hevrêyan jî Mustefa Mûsa Şemalî bû.

Hevalê Mustefa yê sala 1988’an li Dêrezorê ji dayik dibe, di temenekî biçûk de dest bi kar dike û weke mirovekî kedkar şekil digire.

Mustefa yê weke gelek ciwanan ji şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bandor dibe, dibe şahidê egîdiya şervanên YPG-YPJ û sala 2019’an tevlî nav refên QSD’ê dibe.

Hevalê me Mustefa yê di nav refên QSD’ê de di demeke pir kurt de xwe di aliyê eskerî de pêş dixe, ji bo fêmkirina fikir û ramanên Rêber Apo dikeve nav hewldan û lêhûrbûnan.

Hevalê Mustefa di nav refên têkoşînê de di encama teqîna mayînekê de çavekî xwe winda dike û çavê wî yê din jî zerarê dibîne. Tevî vê birîndariya xwe jî ti carî xwe ji kar û xebatên şoreşê paşde neda û li mala gaziyan xebitî. Hevalê Mustefa yê bi kedkariya xwe dihat naskirin, ji heval û hevrêyên xwe re jî timî mînak bû. Wî dizanî û pê bawer bû ku wê rizgariya hemû gelan bi fikir û îdeolojiya Rêber Apo misoger bibe.

Em ê ti carî hevrêyê xwe Mustefa yê ji dil û can yeqîn dikir ku jiyaneke bi rûmet wê bi felsefeya Rêber Apo pêkan be û bêteredut heya kêliya dawî têkoşîn kir, ji bîr nekin.

Li ser vî esasî em careke din hevalê xwe Mustefa bi rêzdarî bi bîr tînin, li hember bîranîna wî bejna xwe ditewînin. Weke hevalên gazî em soz didin heya avakirina jiyaneke azad û wekhev a hevalên me di oxira wê de çûn şehadetê wê têkoşîna me bidome.

Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê

26.10.2024

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button