‘Xwedîderketina li Rêbertî xwedîderketina li mirovahiyê ye’

Gaziyên şer ên komploya 9’ê Cotmehê şermezar kirin gotin, “Xwedîderketina li Rêbertî tê wateya xwedîderketina li hemû nirxên mirovatiyê.”

9’ê Cotmeha sala 1998’an ku weke roja destpêkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo tê zanîn, 26 salên xwe temam kir. Gaziyên şer têkildarî komploya 9’ê Cotmehê ji ajansa me re axivîn.

Gaziya şer Gulçîn Xoşmêr di destpêka axaftina xwe de komploya li hember Rêber Apo şermezar kir û got, “Hêzên navneteweyî û dagirkeran ji bo li Rojhilata Navîn armanc û hedefên xwe pêk bînin, xwestin Rêber Apo ji holê rakin. Ji ber Rêber Apo di şexsê xwe de Kurdê azad û serhildêr temsîl dike.”

Gulçîn Xoşmêr her wiha da zanîn ku hêzên dagirker ên Kurdistan di nav xwe de parve kirine, ji Tevgera Azadiyê ya Rêber Apo pêşentiya wê dike ditirsin û wiha dewam kir: “Ew hêzên dagirker di heman demê de ji fikir û îdeolojiya Rêber Apo pir ditirsin. Ji ber Rêber Apo ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo gelên bindest ên ji hêla dewletên netewe ve tên pelçiqandin jî hêviya azadiyê ye.”

Gulçîn Xoşmêr banga xwedîderketina li Rêbertî kir û got: “Xwedîderketina li Rêber Apo tê wateya xwedîderketina li hemû nirxên mirovatiyê. Weke gaziyên şer em bang li hemû gelan dikin ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo timî di nav çalakiyan de bin.”

‘Di pêşengiya Rêber Apo de em ê bigihîjin azadiyê’

Gaziyê şer Rêzan Masîro jî di axaftina xwe ya têkildarî 27. salvegera komploya 9’ê Cotmehê de got, “Em komploya 9’ê Cotmehê ya li hember Rêber Apo bi tundî şermezar dikin. Hêzên komploger xwestin me ji Rêbertiya me qut bikin û Tevgera Azadiyê ji holê rakin. Lê Rêber Apo li Girava Îmraliyê bi têkoşîneke mezin tevahî planên dagirkeran û hêzên hegemon xerab kirin.”

Rêzan Masîro da xuyakirin ku Rêbertî êdî bûye Rêberekî gerdûnî û wiha axivî, “Li gelek welatan gel, akademîsyen û mirovên zana fikrên Rêber Apo ji bo hemû pirsgirêkên sîstema kapîtalîst derxistine holê weke rêya çareseriyê dibînin. Gel azadiya xwe di fikrên Rêber Apo de dibînin.”

Rêzan Masîro herî dawî banga tevlîbûnê li ciwanan kir û got, “Pêwîst e her ciwanekî xwedî keramet tevlî nav refên azadiyê bibe. Rêber Apo ji bo azadiya me hemû bar girtin ser milên xwe. Weke gaziyên şer jî ji bo hevrêtiyeke rast a bi Rêbertî re em xwe pêş dixin. Divê her kesên xwe bi fikrên Rêbertî perwerde dikin, zanibin ku em ê di pêşengiya Rêber Apo de bigihîjin azadiyê.”

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button