Malbatên gaziyên şer hatin cem hev

 

Di bin banê Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ji hêla gaziyên jin ve têkildarî rewşa herêmê, jinan, şoreşê û wateya gazîtiyê bi malbatên gaziyên şer re civînek hat lidarxistin.

Li komeleya Şedadê ya Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi tevlîbûna gelek dayik, xwişk û hevserên gaziyên şer re civînek pêk hat.

Di civîna meha Îlonê ya ji hêla rêveberiya gaziyên jin ve hat organîzekirin, têkildarî rewşa herêmê, xweparastinê, malbatê, pêşxistina şoreşê û wateya gazîbûnê nirxandin hatin kirin.

Di civînê de pêşxistina şoreşê û paradîgmaya Rêber Apo ya demokratîk ekolojîk û azadîxwaziya jinê de rola jinê hat destgirtin. Di nirxandinan de hate ziman ku hewce ye ferdên malbatê di aliyê îdeolojîk de xwe pêş bixin û bi taybet malbatên me yên gazî karibin di nav civakê de di vê xisûsê de bi rola xwe ya pêşengiyê rabin.

Beşdaran jî piştî nirxandinên hatin kirin, mafê axaftinê wergirtin û nêrînên xwe parve kirin.

Hate destnîşankirin ku wê civîn û aktîvîteyên bi vî rengî berdewam bikin.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button