‘Em pêkve êrîşên dijmin pûç bikin’

 

Pirsgirêkên xelkê Hesekê qet bi dawî nabin û cardin îro jî xelkê bajar çavên xwe li ser tinebûna ava bajêr vekirin û gotin, “Gelo wê rewşa heyî ber bi ku ve biçe?” Rojane gelê bajêr ji Erdogan û hikûmeta wî ya faşîst û xwînxar re dijûn û xeberan dikin û dibêjin, “Kafirê bêwijdan qala rewşa gelê Filistînê dike. Lê haya wî ji xwe nîne ku deh qatan ji dewleta Îsraîl xerabtir e û ne xwedî pîvanên mirovî ye. Ji bo ku Erdogan qala Îsraîl û kiryarên wê yên dermirovî bike divê xwedî pîvanên demokratîk û adilane be. Naxwe wê rûreşiya wan hema li rûyê wan were xistin.”

Hişmendiya dewleta Tirk a faşîzane gihiştiye pileya ku ava gel û kehrebeya wan qut bike û wan ji paqijî û ronahiyê mehrûm bike, bêçare bihêle. Faşîzma Tirkiyeyê bi rengekî hovane bi ser gelê Kurd de diçe û têrê nake ku bi hezaran Kurd di nava xwe de kirine zindanan. Vê care berê xwe dane gelên li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, jiyanê li wan reş dikin. Dijminatiya Tirkan a li hember gelê Kurd û gelên herêmê ji ya her dijminî xerabtir e û nayê wesifkirin. Dijminatiya wan Etrakî bê îdrak ji hemû xerabiyê xerabtir e.

Jixwe rewşa Kurdên Başûr li ber çavan diyar e, Kurdên xwefiroş ên wek mala Barzanî welat radestî, Tirkan kirine. Her roj kuştin û lêdana bi balafirên şer û yên bêmirov, li xelkên Başûr ên sivîl didin, zarokan, bav û kuran dikujin. Ev kiryarên dewleta Tirk dijminatiyek pir kûr dide nîşandan û bi zelalî diyar dibe ku dewleta Tirk hebûna xwe li ser tinekirina gelê Kurd dide jiyandin.

Weke gaziyên şer em ê têkoşîna xwe ya li hemberî faşîstên Tirk bilind bikin û gelê xwe bi canê xwe biparêzin. Em bang li gelê xwe dikin ku li hemberî êrîşên dagirkeriya Tirk a leşkerî û şerê taybet şiyar bin û ferzkirinên wan vala derxin. Her wiha li hevdu xwedî derkevin. Ji bilî me ti kes ne dostê me ye. Pêwîst e xelkên herêmê li hevdu xwedî derkevin, siyaseta dijmin a qirêj pêkve pûç bikin.

 

Ragihandina Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê

09.09.2024

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button