Çarşema Serê Nîsanê pîroz be
Ji Raya Giştî û Çapemeniyê re

Em Cejna Çarşema Serê Nîsanê “Çarşema Sor” a civaka me ya Êzidî ji dil û can pîroz dikin. Em hêvîdar in ev cejn bibe wesîleya azadî, xweşî, wekhevî û pêkve jiyana tevahî gelan. Civaka me ya Êzidî ya xwedî baweriyeke herî qedîm e, tevî hemû komkujî, sirgûn û zextan li ser piyan maye û berxwedaniya xwe domandiye. Ev ji bo tevahî mirovatiyê cihê serbilindiyê ye.
Di roja me ya îro di serî de li Şengala pîroz, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em dibin şahidê kêliyên dîrokî yên dema civakek xwe li ser esasê xweparastinê rêxistin bike dikare hem xwe hem jî civak û gelên li derdora xwe jî ji her cure tehlûkeyan biparêze.
Ya ji niha û pê ve jî dikeve ser milên me ew e tevahî pêkhate û baweriyên qedîm li ser esasê paradîgma û fikrên Rêber Apo rêxistinbûn û parastina xwe xurt bikin, xwerêveberinê di asta herî bilind de pêş bixin.
Bi sedan ciwanên egîd û qehreman ên civaka me ya Êzidî di oxira parastina bawerî û civaka xwe de di şerên li hember çeteyên DAIŞ’ê û dagirkeran de şehîd û birîndar bûn. Bi vê wesîleyê em Cejna Çarşema Sor a malbatên me yên şehîd û birîndaran jî pîroz dikin. Bi rêzdarî û hurmeteke bêhempa wan silav dikin. Divê zanibin ku berxwedan û têkoşîna ciwanên Êzidî ji hemû gelan û baweriyan re bûye îlhama serketinê.
Weke gaziyên şer ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê careke din di serî de heval û hevrêyên me yên Êzidî, em cejna Çarşema Sor li tevahî civaka xwe ya Êzidî ya berxwedêr û li mirovatiya pêşverû pîroz dikin. Em ê welatekî azad ê şehîdên me di oxira wê de canê xwe dan ava bikin û hêviyên gelên xwe bi serketineke herî pîroz tacîdar bikin.
Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê