Heval Serdar Di Pêvajoya Şoreşê De Hertim Di Nav Lêgerîneke Azad De Bû.

Di nav hemû nirxên tên afirandin de şehîd hene. Bi keda şehidan re nirxên ku hatine afirandin û mezin kirin, dîrok  dilop bi dilop xwîna şehidan re hat nivîsandin. Hez kirina; ax û zarokên rojê re bîr û baweriya xwe ketin rê û ber bi meşa azadî re meşiyan.

Heval Serdar Lêlûn ji destpêka Şoreşê heya roja şehîd ket, li gelek qadên têkoşînê ma, li gelek eniyan li beramberî çeteyên hov û dagîrkeran şer kir û li berxweda. Heval Serdar Lêlûn di gelek ji wan şeran de, di eniya herî pêş de cîh girt û pêşengtî ji hevalên xwe re kir.

Hevalê me Serdar Lêlûn di nava hevalên xwe de bi fedakartî, rihê hevaltî û morale xwere dihat naskirin. Heval Serdar Lêlûn di sekin û pîvanên jiyanê de; kesayeta milîtan a dixwaze azad bibe û tu carî, li beramberî tu kesî û tu hêzî serîtewandinê qebûl nake, da nîşandan. Ji ber wê rihê têkoşer hetim ji bo tevgera azadi çi bikira kêm didît û hertim di nava ked dayînekê dabû.

Heval Serdar Lêlûn heya kêliya şehadetê jî bi fedakarî, coş û heyecanek mezin li ser karê xwe bûye û tu carî xwe ji kar nedaye paş. Heval Serdar di pêvajoya şoreşê de hertim di  nav lêgerineke azad de buye.

Wek Komiteya Navendî Gaziyên Rojava em sersaxiyê ji tevahî gelên Kurd û rêhevalên wî dixwazin.

Leave a Reply

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button