Azad Efrîn: Heval Azadî aşiqê zanebunê bu

Heval Azadî aşiqê zanebunê bu. Dixwast xwe zane bike û derdora xwe bide zanekirin. Ji ber tim digot zanebûn dikare azadiye pêk bîne. 

“Ez û şehîd Azadî  demek kin me hew naskir û bi hew re kar û xebat kir. Di kesayeta şehîd Azadî de em fêrî gelek tiştan bûn. Şehîd Azadî hertim dilnizm bu. Şehîd Azadî hevaleke pir kedkar bu û xwe di fikir û paradîgmaya Rêber Apo de xwe bi pêş xistibu. Şehîd Azadî demekî kar xebatî tendûristiya herêma firat dikir. Bi rastî jî şehîd Azadi dema bi doxtoran re nîqaş dikir,  demildest doxtor qanih dikirin. Yanî bi yek gotinê şehîd Azadî mirov dida qenetkirin. Di şehîd Azadî de asta pirskirîk çareserkirin, pirskîrîk analîz kirin, li gor wî nêzê pirskirîkan bûyîn esas bu. Şehîd Azadî pirskirîk qebul nedikir, yekser ser pirskîkan de diçû.

 Şehîd Azadî xwe Birdoziya Rêber Apo De Xwe Bi Pêş Xistibû

Şehid Azadî di asta fermandartiyê de rêveberiya mala birîndaran bu. Yanî qasî ku em bi hewre man çikes ji şehîd Azadî eciz nebû. Şehîd Azadî xwe di milê birdoziya Rêber Apo de xwe bi pêş xistibû. Heval Azadî ji nîqaşan pir hezdikir, bi hemû hevalan re nîqaş dikir. Heval Azadi hevalek ku berî xwe dabu azadiyê. Ji bo ramanek azad şer kirin, ji bo jiyanek azad şer kirin, ji bo armancak mezin şer kirin, li gel heval Azadî pir xort bu. Ji ber tim digot “şer huner dixaze, her kes nikare wî barî rake. Niha dema bar rakiriniye, dema ked dayînê ye. Şoreş kesên bar radikin dixaze.”

Bi rastî jî heval Azadî fermandar bu!

Şehîd Azadî tim dikete nava gel û gel bi rexistin dikir. Felsefeya Rêber Apo wan dida nasîn. Piştî demekî cihê erka ku min dikir hat guhertin. Piştra min bihîst ku cihê karê heval jî hatiye guhertin. Piştî demek heval Azadî hat gel me û ji mera got ez diçim kar xebatÎ Hêzen Parastina Cevherî Jin.  Ez û heval Azadî demekî li Reqqa me bi hew re kar û xebat kir. Bi rastî jî heval Azadî fermandar bu. Fermandari demê bu. Ruyî heval Azadî tim bi ruken bu, di cevherî xwe de jî tujî. Şehîd Azadî Tim xwedî lêgerin bu.

Heval Azadî aşiqê zanebunê bu

Piştî demek şunde min û heval Azadî li saziya gaziyan me hew dît.  Heval Azadî di demeke pir kin de di nava hevalen gazî de hat heskirin. Di saziya Gaziyan de pir hat heskirin û heval Azadî xwe da heskirin. Bi rukeniya xwe, bi dilnizmiya xwe, bi fedekartiya xwe, bi uslubê xwe, bi tarzê xwe, bi hevaltiya xwe ,bi tarze xwe yê jiyanê xwe asteke mezin de da heskirin.  Heval Azadî qasi ku dihat heskirin, pir hevalan jî heval Azadî ji xwera mînak digirtin. Dema heval Azadî rastî pirskirîkekî hatiba ew pirskirîk di cih de çareser dikir. Heval Azadî aşiqê zanebunê bu. Dixwast xwe zane bike û derdora xwe bide zanekirin. Ji ber tim digot zanebûn dikare azadiye pêk bîne. Dema me bi heval Azadî re nîqaş dikir û destpêkî rewşa Rêber Apo nîqaş dikir. Hevalek ku di uslûbê xwe de nerm bu. Derdora xwe tu car nedişkand. Çiqas nerm bu jî lê tu car kêmasî qebul nedikir.

 

Şahadeta herdu hevalan ji bo me pir giran bu. Ala ku wan hevalan teslîmê me kirin emê bigihînin serkeftine. Emê mutlaqa tola wan hevalan rakin. Şehîd Azadî û şehîd Sorxwîn wî dilê me de jiyan bikin, emê tola wan hilînin. Em bi şahadeta wan hevalan em dubare soza xwe nu dikin.”

 

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button