Ji Bo Yekemîn Kongre Gaziyên Bakur û Rojhilatê Surî
Di serî de di nava ev şerê bêhempa de yên ku bedela şoreşê dane, xwe ji vê rastiyê venekişandin û bê teredut tevlî hemû pêvajoyan bûne hûn hevalên gazî, emwe ji dil û can silav dikin.
Hevalên hêja;
Em dizanin di erdnîgariya Rojhilata Navîn de û taybet li ser xaka Kurdistanê bê bedel tu tişt nayê destgirtin. Taybet gava daxwaz azadîbe, ew car bedelê vê rastiyê hîn bêhtir giran buha dike. Ji ber, xêrnexwaz û dijminên vî erdî, kesên çavê xwe berdane parvekirina nirxên ser vê xakê pir in. Li beramberî vê rastiya bi êş,bêyî ku dudilî jiyan bikin firsend nedayîna dijminê xwe tiştê herî birûmete. Taybet ev demên ku pir kes ketine derdê jiyana xwe ya şexsî, li dijî vê rastiyê ji bo herkesî jiyankirin, rastiyek pir bibandor e.
Hevalên hêja;
Em dizanin di nava Saziya Gaziyan de gelek hevalên jin jî hene. Di nava şoreşa Rojava û seranserê Bakurê Surî de jinên di nava YPJ’ê de cîh girtin di her hêlê de dengvedan cîhanê. Taybet vîna ku di nava şerê giran de raber kirine heyraniyek mezin qezenç kiriye. Lewra ewqas hawîrdor li xwe kom kir. Heman demê rastiyek heye ku ew jinên di nava tarîtiya civaka kevneşopî de xeniqîbûn, him ji aliyê hevalên jin ve, him jî di aliyê hevalên xort de ewan jinan derxistina ronahiyê çêbû. Ji bo êşên civakê bidin derbaskirin despêkê birînên jinan cebar kirin. Ev bi xwe hewildaneke soreşgeriya mezin e. Di milê jin de xisûseke din a bandora xwe çêkirî jî, jinan ji destên qirêj ê DAÎŞ’ê rizgarkirin bû. Pir ji we ew çarşefa jinan dirandin û rûyê jinan dan ber rojê. Kî van rastiyan ji bîr bike jî, taybet jinên vê erdnîgarî fedekariya we hemû hevalan tu car ji bîr nake. Ji ber ku ew jinên di nav şertên esaret û koletî de dihatin pelçiqandin we bi awayek fedaî wan xilas kirin. Ji bo vê rastiyawan keç u lawên şerker, pir tiştê bi rumet tîne bîra civakê.
Hevalên hêja;
Rêber APO dibêje; “Gazî, şehîdên me yên jiyan dikine.”Ji ber vê gotinê, divê zanebûnê de bûn ku Rêber APO bi vê nîşaneya ku da we, diyar dike ku daxwazên herî mezin, bendewariyên herî girîng ji we dike. Em vê rastiya baş dizanin ku hîna jî erk û berpîrsyarîya me ya dîrokî xilas nebûye û ji niha şûn de karên mezintir li benda me ye. Çawa ku em we xwediyê şoreşê dibînin, heman demê di pêşxistina şoreşê û bilind kirina ala şoreşê de berpirsiyariya we mezin dibînin. Teqez em bi vê rastiyê bawer dikin ku, ji ber rewşa birîndariyê di şoreşê de, em we tu car di statûya paş de nabînin, dijberi wê em we weke pêşengên bilind kirina kar û xebatên şoreşê dibînin. Ger we di oxira Netewa Demokratîk de bedel daye, ew dem, ji her kesî zêdetir pêwistî heye hun xwedî li pêwistî û peywirên vê rastiyê xwedî derkevin.
Di vê hêlê de mînakên hevalên gazî pir bibandorin. Hevalên ku sekna xwe ya çalak bernedan di şoreşa me de nimuneyên zêrîn in. Gelek heval bi lingekî, bi çavekî û bi destekê bûn, lê dîsa jî her dem di nava şerê germ de, di xebatên herî girîng de cîh girtin. Yên ku rexmê rewşa giran a birîndariyê jî, tu carî dev ji tevlîbûna milîtanî bernedan gelek hevalên leheng derketin. Hevalê Afat, Deştî, Fedakar, Ferhat Şiblî û heval Evîn, heval Hedar, ji wan lehengan bun. Em van cangoriyên mezin bi hurmet bi bîr tînin. Taybet sembola berxwedana serdemê ya Efrînê hevalê Karker tu carî ji bîr nakin. Ji ber hevalê Karker nerazîbuna dagirkeriyê heya dawî hizirî bu û li gorî wê helwest danî. Dîsa hevalê Rumet Ereb angoTehsîn Mişêweh,ku bi şerkerî û hevaltiya xwe minak, bi tevlî birînên xwe yên pêçayî beziyabu eniyên şer. Hevalê Gênco Başur bi çalakvaniya xwe cihê xwe di nav dilê hemû hevalan de dabû çêkirin û ew fereseta kû şoreşger tu astengî nas nake bi awayek fedaîyane temsîl dikir. Hevalê Hîwa Rojhilat rexmî nikaribu destê xwe bi kar bîne, tenê bi destekî çeka xwe girt û çawa her car hevalê xwe tenê nedihişt, cara dawî jî bi mesuletiyek pir mezin di nava zor û zehmetî de hevalê xwe tenê nehişt. Hevala Evîn Efrîn tevlî birînên xwe yên giran jî, heta roja şahadetê, her dem digot ‘ez baş bûme’ û bi vî rengî xwe ji tu xebatan nedabu paş. Hevalên me yên ciwan Dildar û Can ji ber gazibûn heval nedihiştin biçin eniyên pêş de bi giyana welatparêzî xwe eniyên pêş qût nekirıibûn. Ji gaziyên me yên herî qedîm hevalê Egîd Cîlo ku salên dirêj di vê şoreşa me ya Rojava de, cihê pêwîst di xebatên avakirina civakî de cih girt, di rewşên êrîşên dijmin de ji, erka xwe ya parastinê bi cih anî û heya kêliya dawîya jiyana xwe tim bi berpirsiyariya şoreşê tevgeriya. Wekî van rêhevalên me navê wana dan, bi sedan hevalên me yên sembol hene ku, di îdîa û biryardariya serkeftina şoreşê de em tim ji xwe re mînak digirin, bi wana îftîhar dikin ku; wana birûmetek mezin cihê xwe di dîroka me ya têkoşîna azadî, demokrasî û hevgirtina gelan de navê xwe bi heybet dane nivîsandin.
Hevalên hêja;
Ji bo van lehengên hemdem, gotin pir zêde hewce nake. Ew bi xwe bûne dilsoziya rêça serxwebunê. Hun hemu hevalên me yên gazî ji bo me dibin sedema em tekoşîna xwe hîn bêhtir bilind bikin. Em tu car ji bîr nakin ku gazî yek ji nirxên herî gîranbuha yên vê şoreşê ne. Ji xwe ewqas bedel, ewqas êş ji bo rojên xweş u geş in. Li ser vî esasî ji bo hun bi layiqî xwedî li berpirsiyariyên xwe derkevin em bawer dikin ku di kongra we ya yekemin de wê niqaşên esasi bên kirin û biryarên watedar bên girtin. Li ser vê esasî em carek dine kombûna we, em pîroz dikin û di xebatê we de serkeftin dixwazin.
SILAV Û RÊZÊN ŞOREŞGERÎ
TEVGERA AZADIYA JINÊN KURDISTANÊ