RÊBER ABDULLAH OCALAN: LI SER JIYANA MIN A LI GIRTÎGEHA GIRAVA ÎMRALIYÊ-5

Ji bilî sedemên fizîkî yên rê li ber pirsgirêkên tenduristiyê vedikin, aliyekî jiyana Îmraliyê ku nikaribim xwe lê ragirim, tineye. Li gorî berê moral, bîrewerî û hêza îradeyê paşve neçûne; berevajî  bêhtir xwe parzûn kirine, dawerivandine, bi estetîkê xwe xwedî kirine û bi aliyê xweşikbûnê ve dewlemend bûne. Her ku mirov ravekirina heqîqetên civakî bi zanist, felsefe û estetîkê xurt dike, derfet û îmkanên jiyaneke rast, qenc û xweşik çêdibin. Li şûna ku ez ê bi mirovên modernîteya kapîtalîst ji rê derxistî, ji riya heqîqetê derxistî re bijîm, ez tercîh dikim heta niqrîska dawî bi tena serê xwe di hucreya xwe de bimînim.

EZ EW KES NÎNIM BI PEY XEYALAN BIKEVIM

Der barê jiyana min a li Îmraliyê de pirseke din a gelê me bersiva wê meraq dike ev e, heye ku ez ji zindanê derketim, ez ê li ku û çawa bijîm. Ez ew kes nînim bi pey xeyalan bikevim. Divê baş were zanîn ku ez xwedî şêwazekî jiyanê me, jêre rastiya şoreşgerî tê gotin. Ne jiyana min a piştî derketineke muhtemel, xeta min a jiyanê ya ji zarokatiyê ve dikare bersiva pirsên bi vî rengî baştir bide. Ez hînê di bin deh salî re bûm ‘serîrakirinên min ên pêşî’ li dijî otorîteya malbatê dest pê kirin. Ji bo vê mijarê delîlên girîng di van serîrakirinên min ên pêşî de hene. Ez hê ji wê demê ve isyankarekî bi tenê bûm. Min hewl da nerazîbûna xwe ya ji civaka gund û bajêr di parêznameya xwe de car caran di hinek beşan de bînim ziman. Kesên pêwendîdar dikarin têde pirs û bersivên wan ên lê digerin bibînin.

KESÊN MIN FÊHM NEKIN Û TEVLÎ KESAYETA MIN BIBIN Û BIXWAZIN SÛD WERBIGIRIN BIDE KU GELEKÎ HÊVÎŞİKESTÎ BIBIN

Ez divê pirr bi kurtî bînim ziman ku ji bo min jiyan kengî bi awayekî azad bibe pêkan e ku mirov bijî. Jiyana azad çi ye, û ne çi ye, min hewl da weke bingehê vê parêznameya xwe ya pênc cildan rave bikim. Jiyaneke ji aliyê civakbûyînê ve etîk, adil û polîtîk nebe, ew jiyanek e ku divê mirov nejî. Bi giştî şaristanî û bi taybetî jî modernîteya kapîtalîst, bi yekdestdariyên mêtinkarî û zordestiya îdeolojîk bi jiyanên tijî derew, bi demagojî û ferdî re jiyînê pêkan dikin û didin qebûlkirin. Bûyerên ji wan re pirsgirêka civakî tê gotin jî bi vî awayî derdikevin holê. Her kesê ji xwe re şoreşger dibêje, her çi em navê sosyalîst, navê azadîxwaz, demokrat an jî kominîst lê bikin divê li ber şêweyê jiyana serwer a demên modern û xwe disipêre şaristaniyên mêtinkarî û zordestiya çîn, desthilatdarî û bajêr a zêde rabe û nerazîbûna xwe ji wan diyar bike. Naxwe bi awayekî din şêwazê jiyanê adil, azad, demokratîk û civakî nabe; bi gotinek din jiyan nabe ku mirov karibe bijî. Lewma jiyan ê tijî derew, şaşî, xirabî û kirêtî bibe. Mirov ji şêwazekî bi vî rengî yê jiyanê re dikare bibêje; şêwazê jiyanê yê ne li ser bingehekî rast. Min tevahiya jiyana xwe ev şêwazê jiyanê ji xwe re bi pirsgirêk dît an jî ev şêwazê jiyanê yê jixwe bi pirsgirêk bû, qebûl nekir û divê hewldanên min ên gelekî mezin li dijî vî şêwazê jiyanê baş bên fêhmkirin. Naxwe ez ê ne weke kesayet û ne jî weke Rêbertî bême fêhmkirin. Kesên min fêhm nekin û tevlî kesayeta min û Rêbertiya min bibin û bixwazin jê sûdê werbigirin, heye ku gelekî hêvîşikestî bibin.

 JIYAN BI JINÊ RE ÇAWA DIBE?

Rastfêhmkirin û rasttevlîbûn pirsgirêkeke şexsî nîne civakî ye. Di vê mijarê de pirseke din a bersiva wê gelekî tê meraqkirin şêwazê min ê jiyana bi jinê re ye. Jiyan bi jinê re çawa dibe? Min bersiva vê pirsê jî di cildan hemûyan de car caran da. Nexasim di şert û mercên modernîteyê de jiyan bi jinê re gelekî girîng e. Ev pirsgirêkeke welê ye, bi awayê em keçekê bixwazin, li keçekê bigerin û bixapînin, bi mala ‘giştî’ [kerxane] an bi mala ‘taybet’, bi pirrzarok an jî bêzarok çareser nabe. Ji bo mirov vê pirsgirêka stûna navmalê ya dil û mejiyê pirsgirêkên civakî ye çareser bike, divê bi awayekî bingehîn bi zanistî, felsefî, etîk û estetîk nêzî meseleyê bibe. Di serdema me de, ji bo hevjiyana azad bi jinê re di şert û mercên modernîteya kapîtalîst de berpirsiyarî û hêzeke mezin a zanistî, felsefî, etîk û estetîk divê. Mirov heta statuya jinê ya di dîroka şaristaniyê de û di serdema modern de nizanibe û nebe xwedî wê hêzê ku karibe helwesteke etîk û estetîk nîşan bide, pêre kîjan bihevrebûnê biceribîne bila biceribîne, her jiyana bi wê re wê bi şaşîtî, bêexlaqtî û kirêtiyê bi encam bibe.

EGER ŞERÊ MIN Ê MEZIN RAST BÊN FÊHMKIRIN, JIYAN Ê BI JINÊ RE BI EXLAQ Û XWEŞIKTIR BE

Ji bo mirov jiyanê têk nebe, şert e ku beriya her tiştî jiyana bi jinê re bi awayên rast, bi exlaq û estetîk (bi awayê xweşik) pêk bîne. Di şexsiyeta jinê de bi tevahî şêweyên koletiyê hatine ceribandin û pê dane qebûlkirin. Lewma ji bo mirov bibe mêrê rast, bi exlaq û xweşik şertê pêşî ew e, divê mirov vê nasnameya jinê ji hev derxe, bike hevrê û hevjînê doza azadî û wekheviyê. Eger rêzên parêznameya min rast bêne xwendin, wê baştir bê fêhmkirin ka çima ez girîngiyê didim şêweyê jiyanê yê bi vî rengî û weke pîvan ferz dikim. Exlaqê şaristaniyê yê di çarçoveya desthilatdariya modernîteyê de têkiliya cinsî ya cinsiyetparêz a bi maneya ‘min karê wê temam kir’ ferz dike (şêweyekî welê yê têkiliyê ye, têkiliya cinsî ya biyolojîk jî dejenere kiriye) û ev şêwazê jiyanê yê paşvemayî bêexlaqî û kirêtiyeke mezin diafirîne. Eger şerê min ê mezin ku min li dijî vê meşandiye û encamên wê rast bêne fêhmkirin, jiyan ê bi jinê re bêhtir bi exlaq û xweşik bibe. Ji bo vê jî her mêr û jina ji berpirsiyariyê para xwe girtî, nexasim ji bo jin bi hêz û azad bibe, li tevahiya qadên civakî bibe xwediyê heman giraniyê divê pratîk û nêzîkatiyên zanistî, felsefî, etîk û estetîk hertim pêşde bibe û bi rêxistin bike, li zêhniyet û saziyên neteweya demokratîk bi cih bike. Çi li derve çi li hundir, çi di zikê dayikê de çi di dem û mekanekî li ezman de, jiyana mirov bi tenê bi azadî, wekhevî (bi cihêrengiyan) û demokrasiyê dibe. Li derveyî vê şêweyên jiyanê jirêderketî ne, ango bi nexweşî ne.

EZ Ê DI JIYANÊ DE BI SER BIKEVIM Û EZ Ê WÊ BI HER KESÎ RE PARVE BIKIM

Ji bo bikeve ser riyeke rast û têkûz bibe, şoreş jî di navê de divê bi gotin û çalakiyên cihêreng ên civakî têkoşîn bê kirin. Ji bo vê jî îrade û zêhniyeta etîk, estetîk, felsefî û zanistî bê pêkanîn. Hingê di rewşeke gengaz a derketinê de ez li ku dibim bila bibim, di kîjan dem û dewranê de dibim bila bibim, ez ê ji bo civakbûyîna dixwazim bibim endamekî wê, ji bo Kurdan ku ev rastiya trajîk herî zêde bi serê wan de tê, ji bo netewebûyîna demokratîk a riya rizgarî û çareseriya wan e, ji bo Yekîtiya Neteweyên Demokratîk a riya rizgarî û çareseriya di serî de gelên cîran ên ku ew jî parçeyekî wan in, ji bo tevahiya gelên Rojhilata Navîn, ji bo Yekîtiya Neteweyên Demokratîk a ku riya rizgarî û çareseriya gelên cîhanê ye ku ew jî beşekî wan in, pirr asayî ye ku ez ê heta dawiyê bi şêwazê xwe yê gotin û çalakiyê di nava têkoşînê de bim. Bi hêza zanistî, felsefî, etîk û estetîk a ku ev yek pêwîst dike kesayeta min a heqîqetê parake mezin bi dest xistiye, ez ê bi vê kesayeta xwe ya heqîqetê bimeşim, ez ê di jiyanê de bi ser bikevim û ez ê wê bi her kesî re parve bikim.

Qediya

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button