Omer Ocalan: Rêbertî got, ‘Em di pêvajoyeke dîrokî de ne’

 

Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan anî ziman ku Rêber Apo gotiye, “Li pêşiya me pêvajoyeke dîrokî heye; Em dikarin vê pêvajoya dîrokî veguherînin aştiyeke bi rûmet.”

Parlamenterê Rihayê yê Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Omer Ocalan detayên hevdîtina 23’ê Cotmehê ya li Îmraliyê bi Rêber Apo re kir û hûrgiliyên pêşniyarên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd li Meclîsê eşkere kir.

Omer Ocalan anî ziman ku şerê li Sûriyeyê derbasî qonaxeke nû dibe û nerazîbûn nîşanî êrîşên dagirkeriyê da.

Omer Ocalan hin detayên hevdîtina bi Rêber Apo re cara yekemîn eşkere kir. Omer Ocalan anî ziman ku Rêber Apo di hevdîtinê de ji Sûltan Sencer heta bi Melîkşah, ji Îdrîsî Bîtlîsî heta bi Yavûz Selîm, ji Abdulhamîd Xan heta bi Mûstafa Kemal têkiliyên Kurd-Tirkan nirxand û got, “Tifaqên Kurd-Tirkan nirxand. Nirxand ku Kurd û Tirk çawa bi hev re gihîştine vê astê. Tifaq, têkilî û pirsgirêkên dem bi dem rû didin bi eşkere nirxand. Pêşniyarên xwe yên çareseriyê hebûn. Li gel vê yekê got, ‘Em dikarin vê pirsgirêkê bi rêbaza diyalogê çareser bikin’.”

Omer Ocalan diyar kir ku Rêber Apo di hevdîtinê de her wiha got, “Ya rast me dikarî bû sala 2000’î ev pirsgirêk çareser bikira. Sala 1999’an jî ming ot, ez ê xizmetê ji çareseriya meseleya Kurd-Tirk re bikim. Di sala 2000’î de jî min got, niha jî dibêjim. Lê belê mijar ber bi aliyekî cuda ve kişandin. Gotin, ‘Apo ji bo xwe rizgar bike vê yekê dike’. Em hîn jî li nuqteya hatine, hîn jî meseleya li parlamentê tê axaftin ev e. Sal 2024; hîn jî şer e, neçareserî ye’.”

Omer Ocalan anî ziman ku moralê Rêber Apo xweş bû, bi hêz bû, haya wî baş ji rojevê hebû û bi eşkereyî got, ew amade ye di mijara çareseriyê de înîsiyatîfê li xwe bigire. Omer Ocalan, wiha pê de çû: “Birêz Ocalan got; ‘Bêguman dema em di peyamên xwe de qala şert û mercan dikin, ez qala şert û mercên ji bo şexsê xwe nakim. Ez ji bo şert û mercên şexsî nabêjim; ez ji bo amadekirina zemîna çareseriyê dibêjim. Hinek rojnamevanên xwe weke ji ‘medyaya muxalîf’ nîşan didin gotinên manîpulatîf dikin. Hinekan jê qala welatên sêyemîn kirin, hinek qala welatên garantor û hinek jî li gorî xwe nirxandinên cuda dikin. Bêguman medyaya desthilatdariyê jî ji hêla xwe ve hewl da vê hevdîtinê berevajî bike lê meseleyeke cidî ye. Li pêşiya me pêvajoyeke dîrokî heye; em dikarin ji hêla erênî ve, ji hêla pozîtîf ve vê pêvajoyê veguherînin pêvajoyeke mezin a aştiyeke bi rûmet. Ji xwe kesek naxwaze piştî wê bifikire.”

Omer Ocalan wiha domand: “Bêguman li ser Xezeyê axivî, li ser Rojhilata Navîn û Îsraîlê axaftin hatin kirin. Der heqê Kurdên li Iraq, Sûriye û Îranê nirxandin kir. Pêşniyarên wî pêşniyarên herî maqûl bûn. Hikûmeta Tirk an jî rayedarên Tirk gelo wê li ber vê meseleyê bên? Gelo wê zemîna vê amade bikin an na? Mesele hinek jî di vir de xitimî ye. Bêguman qala Rojava kir. Bûyerên li Sûriyeyê ji nêz ve dişopîne. hinek kanalên televîzyonê dişopîne û li rojeva xwe serwext e.”

Omer Ocalan, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Qala Ermenan, Suryanan, Êzidiyan hate kirin. A rast qala tevahiya Rojhilata Navîn hate kirin. Hemû cudahî weke dewlemendî dihatin nirxandin. Binêrin, bi ser 23’yê Cotmehê re 50 roj derbas bûne. Bi ser hevdîtina berê re jî çar sal û nîv. Bi rêbaza tecrîdê, bi siyaset tesfiyekirinê ev çareserî pêk nayê. Ji xwe windahiyên mezin çêbûn û hêj jî mirov jiyana xwe ji dest didin.”

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button