Mehmed Tûnç bibû şahidê çalakiya dîrokî ya Zîlan

​Du lehengên gel ên dîroka Tevgera Azadiyê: Zîlan (Zeynep Kinaci) û Mehmed Tûnç. tesadufekê rêya her duyan bi hev ve girê dabû. Havîna 1996’an dema Zîlan çalakiya xwe ya destanî pêk tîne, Mehmed şefê taximê bandoyê yê wê yekîneya eskerî bû. Zîlan li ber çavên Mehmed çalakiya xwe pêk anî. Mehmed Tunç, di bîranên xwe de yek bi yek behsa şahidiya xwe kir. Piştî wê çalakiyê bi bîst salan Mehmed bû sembola Berxwedana Cizîrê ya derbasî dîroka têkoşînaTevgera Azadiyê ya Kurdistanê bû.

Nivîsa Şehîd Mehmed Tûnç têkildarî çalakiya dîrokî ya 30’ê Hezîrana 1996’an a Zîlan (Zeyneb Kinaci) wiha ye:

“Me Efû Bike Jina Azad

…Serokê min ew 14 meh bûn, min li warê Seyîd Riza, Elî Şêr û fermandara te û paşê jî ya me, leşkertiya dijminê xwe dikir. Rast e! We û şagirtên te xelet fêm nekirine! Dibe ku ew hevok li ber guhên hin kesan sosret bin, lê ev rastiyeke me ya Kurdên Bakur ên wê demê ye. Em jî weke hinek gelan evîndarên dijminên xwe ne. Li Bakurê Kurdistanê çi qas ciwan ji bo şoreşa Kurdistanê berê xwe didin çiyayên azad, ew qas jî diçin leşkertiya dijminê xwe. Yanî di malbatê de xwişk û birayek ji bo şoreşê diçe çiyê, birayê li malê wek tiştekî asayî diçe leşkeriya dijmin û bi ser de jî çekê dide ser milê xwe û diçe şerê xwişk û birayên xwe…

Sed heyf û mixabin ku ez jî yek ji wan kesan bûm. Nexasim leşkeriya li Kurdistan û Dêrsimê. Dibe ku dijminê min çek nedabe min û ez neşandibim qada şer û operasyonan. Lê ev ne ji mêrxasiya min ji rewşa malbata min a welatparêz û şoreşger bû. Ji ber xwendekariya min, ez vê carê kiribûm çawîş û bandocî.

Ji ber dema li dibistanê, min di taximê bando de cih girtibû, li leşkeriyê ez kirim bandocî. Dibe ku dengê guleyan pir kêm dihat guhê min, lê dengê dahol û trampetan ji ya guleyan xerabtir derûniya min xera dikir.

Bi demê re êdî ez bibûm pispor û şefê wê taximê bandoyê. Ji ber vê jî min rojên girîng û cejnan di rojnivîsa xwe de li gorî dîroka wan qeyd kiribû û min hemû dişopandin. Li gorî bernameyê cejnek girîng li pêşiya me bû. Mirov rast bêje ne cejnek pîroz û wisa girîng bû. Lê ji bo Komara Tirk gelekî girîng xuya dikir. Ji lewra li gorî wan 30’ê Hezîrana 1996’an 67’emîn salvegera rizgariya Dêrsimê ji destê dijmin yanî rizgariya ji destê Rûsan bû. Ji ber girîngiya wê rojê ew hefteyek bû, me wek taximê bandoyê provayên taybet dikir. Amadekariyên me hemû li ser merasîma cejnê derbas dibûn. Helbet me wê demê nedizanî jinek Kurd jî amadekariyên xwe li gorî xwe çêkirine û maye li benda xêrhatina me.

Êdî ew roj ji bo me her du aliyan girîng bû. Gotinek heye, ‘Tirs nikare pêşiya ecel bigire.’ Ya me jî wisa bû. 30’ê Hezîrana 1996’an saet 17.00’an ez li pêşiya bandoyê û leşkerên tabûrê bi cilên cejnê yên taybet li pey min û taximê bandoyê, em ketin Qada Komarê ya Dêrsimê. Li gorî bernameya hatibû çêkirin, me yê wek leşker herî dawî hunera Artêşa Tirk nîşanî gel kiriba. Em ê li ber protokolê, peykerê Ataturk û girseyê re derbas bibana û silav daba gel û protokolê. Bi kurtasî me yê hunera xwe yanî artêşa bi nav û deng nîşanî wan daba.

Êdî dor gihiştibû me artêşa bi nav û deng. Artêşa Oremarê, artêşa Bezelê û şerê Zapê (!) Lê, li wir tişta ku herî zêde bala min kişand, ciwanek serê her çend deqeyan di bin navê boyaxkirina solan de dihat nav me leşkeran. Digot, ‘Ez ê sola we bêpere boyax bikim.’ Dema ji nav me leşkeran derdiket, yekser diçû nav girseyê. Helbet me wê demê nizanîbû ew kes hevalê şehîd Zîlan e û şehîd Zîlan di nav girseyê de li benda nêçîra xwe ye, ka çi demê wê ber bi wê bê.

Êdî dor gihiştibû me û em ketibûn rêya ber bi mirinê. Ez 5 metreyan li pêşiya taximê bandoyê, tabûra leşkerî jî 5 metreyan li pey taximê bandoyê, bi merasîm em ketibûn rê, ber bi protokol û girseyê ve dimeşiyan. Û ji ber darê bandoyê di destê min de bû, ez li pêşiyê ji leşkeran azadtir li dora xwe dinihêrim. Ez wî darî li gorî rîtma muzîkê û meşa leşkeran çep rast, jor jêr dibim û tînim. Ev jî dibe sedema ez karibim li her alî binihêrim. Jixwe yek ji peywira min jî ew bû. Dema em hatin pêşberî gel, min hewl da darê bandoyê bidim aliyê gel da ku bala leşkeran bidim wî alî û ew jî gel silav bikin.

Bando sirûda ‘Em leşkerên bi nav û deng in’, lê dixe û em ber bi nêçîrvana xwe ve diçin. Ji nişka ve jinek di dirûvekî ducanî de her du çengên xwe mîna teyrek baz vekiribûn û ber bi leşkeran ve hat. Êdî di navbera min û wê jina pîroz de du metre mabûn û ji min bihurî. Bi rastî ji ber dengê daholan û trampetan min baş nezanî çi ji devê wê yê pîroz derdikeve. Lê ez ne şaş bim destpêkê got, ‘Yavrûm (ewladê min).’ Ji lewra ev gotin bû sedema pêşîvekirina wê ya ewlekariyê. Piştî ku ewlekariyê pêşî lê negirt, di serê min de du tişt derbas bûn. Yek agahiya dewletê ji vê jinê heye û dixwazin hestbaziyê bikin. Ji lewra berê kesên wek Nene Xatûn a li ser pişta xwe guleya topê dianî eniya şer nîşanî me didan û dixwestin hestbaziyê bikin. Ya duyemîn jî min got dayikek kurê wê leşker e, ji kerba kurê xwe re wê bê me hembêz bike.

Dema mirov di vî alî de lê dinihêrî digot qey organîzekirî ye. Ew qasî bi profesyonelî tevdigeriya ku mirov şaş dima. Ewlekariyê ew negirt, kameraman dîmenê wê dikişand û bi ser de jî weke biçe govendê tevdigeriya. Kî li şûna min bûya wê ev tişt fikirîba. Jixwe piştî min sola wê ya spor û kablo dîtin, min got qey kabloyên mîkrofonê ne û teqez karê dewletê ye. Ji ber ku em taximê pêşiyê yanî yê bandoyê ji neh kesan pêk dihatin, carekê jî li me nesekinî û mîna teyrek baz ket nav leşkerên zêde.

Dema ket nav leşkeran êdî qad ji deng û cesedan bû wek roja mehşerê. Ji bo teqîn di nav leşkeran de pêk hat zêde bandor li taximê me yê bandoyê nekir. Lê ji tabûra me 22 leşker hatin kuştin. Ez jî di nav de bi dehan birîndar çêbûn. Lê wek hemû çalakiyên îro li Kurdistanê pêk tên, wê rojê ji 22 leşkeran tenê 8 kuştî nîşan dan.

Bi rastî bêjim Serokê min, weke te anî ziman ne gengaz e mirov bi çend hevokan wê jina pîroz û çalakiya wê bîne ziman. Lê belê ez niha nû dizanim ku te çima ew pakrewan ji bo xwe wek fermandar hilbijartiye. Piştî ez dimenên wê rojê tînim ber çavên xwe û sekna wê xwedawendayê dibînim, ez baş têdigihêjim ku te çima got, ‘Zîlan Xwedawend e.’ Me efû bike jina azad.”

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button