Ji bo hevrêyê min Egîd Roj

Mazlûm Yildiz

Ez û heval Egîd me hevdu li Helebê, Efrîn û Cizîrê nas kir. Dema em li Helebê bûn bi navê Egîd Gênco dihat naskirin. Ji ber heval Egîd wê demê pir ciwan bû û hemû hevalan jê hez dikirin. Ez û heval Egîd demekê li Helebê li cem hev man. Li hember giştî hevalan pir rêzdar bû û bi dilnizmiya dihat naskirin. Kesekî nedît ku heval Egîd ferq û cudabûn kiriye nav hevalan.

Li hember hevalên jin jî û hevalên xort jî her tim wekhev bû. Hevalekî pir aktîf û bi livûtevger bû. Hevalekî wisa bû ku bê kar sebra wî nedihat. Lê esas karê wî rojnamevantî bû. Ji bo rastiya heyî ji cîhanê re ragihîne bi dil û can kar û xebat dimeşand. Hem bi van xebatan re mijûl dibû, hem jî di her kêliya jiyanê de li gel hevalên xwe bû. Heta birîndar bûm jî ez û heval Egîd li gel hev bûn. Piştî ez birîndar bûm demekê em ji hev qut bûn.

Piştre di pêvajoya şerê Efrînê me hevdu dît. Li wir jî karê xwe yê rojnamevantiyê dewam dikir. Leheng û qehremanên Berxwedana Serdemê bi kîjan ruh û îradeyê şer dikin ji raya giştî re radigihand.

Piştî ewqas salan hevalê Egîd di kar û xebata xwe, di rastiya heqîqetan de xwe gihandibû merheleya herî jor. Kamera êdî bibû parçeyek ji bedena wî.

Li Sûriyeyê piştî ketina rejîma Baas, bendava Tişrînê bû hedefa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê. Dagirker bi hovîtî û nemerdiyeke mezin bi mehan e, êrîşî şervanên azadiyê û gelên ji bo parastina bendavê di nav berxwedanê de ne dike.

Hevrê Egîd ji bo vê hovîtiyê ragihîne giştî cîhanê bi kameraya xwe berê xwe da bendava Tişrînê û ala hevrê Nazim û hevrê Cîhan di asta herî pîroz de bilind kir. Bi cesareteke mezin û îradeyeke xurt, dengê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên sond xwarine heya dawiyê xaka xwe biparêzin her roj radigihand cîhanê.

Hevrê Egîd jî ji ber karê xwe pir baş dikir weke hevalen me yên din bû hedefa dewleta Tirk a dagirker. Li bendava Tişrînê de di dest de kameraya wî şehîd xistin. Em soz didin gelên xwe ku em ê kamera û pênûsa heval Egîd li erdê nehêlin. Em ê timî weke şopdarên wan hevalên canê xwe di oxira azadiya gelan û nîşandana heqîqetê de dane berxwedana azadiyê bilind bikin.

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button