Hevrê Azadî di dilê gel û hevalan de cihekî xwe yê bedew çêkir

Gaziya şer Axîn Kobanê diyar kir ku şehîd Azadî tenê ne di dilê hevalên xwe de, di dilê gel de jî ji xwe re cihekî bedew û pîroz çêkir û got, “Gel di şexsê hevala Azadî de pir ji sekn û xebata gaziyan bandor dibû.”

Gaziya şer Axîn Kobanê têkildarî rêvebera Federasyona Gaziyên Bakjur û Rojhilatê Sûriyeyê Azadî Helebçe ya di pêvajoya tedawiyê de gihişt şehadetê nirxandin kir.
Axîn Kobanê bal kişand ku şehîd Azadî weke rêveber cihê xwe di Federasyona Gaziyan de digirt û ev anî ziman, “Ti carî bi çavekî biçûk li hevalên xwe nedinêrî. Bi hevaltiya xwe ya xurt û dilgermiya xwe dihat naskirin. Azadî tevî hevaleke gazî bû jî gazîtiya xwe qet ji xwe re nedikir astengî. Dîsa tevî di aliyê fizîkî de zehmetî dikişand jî ti carî ken ji ser rûyê wê kêm nedibû. Hevala Azadî pir dixwest xwe pêş bixe. Di heman demê de pêşketina hevalên xwe jî esas digirt. Dema didît hevalek vala rûniştiye digot, ‘Were em bi hev re, têkildarî Rêbertî yan jî li ser jiyana hevalek şehîd binivîsin.’
Gaziya şer Axînê destnîşan kir ku hevrê Azadî dema der barê Rêber Apo û şehîdan de dinivîsand pir kêfxweş dibû û wiha axivî, “Hevala Azadî timî digot, ‘Hevrêyên şehîd ji bo me dîrok in. Werin em li ser jiyana wan qehremanan binivîsin da ku dîroka me winda nebe.’ Heval Azadî tenê ne di dilê hevalên xwe de, di dilê gel de jî ji xwe re cihekî bedew û pîroz çêkir. Diçû ku derê bi coş û moral tevlî jiyana li wir dibû. Digot, ‘Ev jiyan a hevrêyên şehîd e. Mafê ti kesî ji me nîne, bi çavekî biçûk li vê jiyanê binêrin.’”
Axîn Kobanê da xuyakirin ku şehîd Azadî bi coş û biryardarî di berxwedana dîrokî ya Bendava Tişrînê de jî amade bû û wiha dirêjî da axaftina xwe, “Di wê pêngavê de qet li cihê xwe rûnedinişt. Şev û roja xwe kiribû yek. Bi şev nobet digirt û bi roj jî erzaq li ser şervanan belav digirt. Gel di şexsê hevala Azadî de pir ji sekn û xebata gaziyan bandor dibû. Gelek kesên tevlî berxwedanê bibûn digotin, ‘Pir şerm e ji me re ku em pişta xwe bidin van şervanan û biçin li malên xwe rûnin.’”
Gaziya şer Axîn Kobanê axaftina xwe bi van hevokan bi dawî kir, “Mirov çiqasî bixwaze sekn û têkoşîna heval Azadî terîf bike jî, mirov kêm dimîne. Di şexsê heval Azadî de hemû şehîdên azadiyê bi rêzdarî bi bîr tînim. Heya dawiyê em ê şopdarên hevrê Azadî bin. Em soz didin heta dawiya jiyana xwe xeta heval û hevrêyên xwe bidomînin.”




